​​​​​​​Nasnameyên 4 gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin

HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên şehîd eşkere kirom û got “Ev hevalên me yên hêja peywirên xwe yên serdemê bi awayekî serkeftî bi cih anîn û êrişên qirkirinê yên dijmin pûç kirin."

​​​​​​​Nasnameyên 4 gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin
10 kanûn, 2022   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd ev agahî da

 “Hevrêyên me Berfîn, Elîşêr, Nûman û Karker ên ku bi pêşengiya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bi erka xwe ya dîrokî re cih girtin, beşdarî gelek çalakiyan bûn û di demên cihê de şehîd bûn. Van hevalên hêja ku her yek ji wan bi tevlêbûna fedaî, bi ked û sekna xwe ya fedakar fermandarên mînak in, erka xwe ya serdemê bi awayekî serketî bi cih anîn û êrîşên qirkirinê yên dijmin pûç kirin. Van hevrêyên leheng ên ku ji Çiyareş heta Saca û Kokerê her dever veguherandine qada berxwedanê û hîmên serketina îradeya Apoyî danîne, talîmat dane me ku em têkoşînê mezintir bikin. Weke rêhevalên wan em careke din soz didin ku bi xwedîderketina li bîranînên van hevrêyên hêja, em ê xeyalên wan pêk bînin.

Agahiyên nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Berfîn Botan

Nav û paşnav: Rihan Xelef

Cihê jidayikbûnê: Dirbêsiyê

Navê dê û bav: Emşa - Mahsûm

Dîrok û cihê şehadetê:  11’ê Hezîrana 2022’an  / Zap

 

Nasnav: Elîşêr Zagros

Nav û paşnav: Ugûr Bektaş

Cihê jidayikbûnê:Çewlig

Navê dê û bav: Gul – Mehmet

Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2022’an / Zap

 

Nasnav: Nûman Amed

Nav û paşnav: Keyûmers Sadiqî 

Cihê jidayikbûnê: Merîvan

Navê dê û bav: Gelawêj – Îbrahîm

Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Tîrmeha 2022’an / Zap

 

Nasnav: Karker Îsyan

Nav û paşnav: Orhan Kûnûr

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Zelîha - Osman

Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Tîrmeha 2022’an / Zap