Ji ber darvekirina xwepêşanderan Brîtanya û Kanada ceza dan berpirsên Îranê

Brîtanya û Kanada ji ber darvekirina xwepêşanderan ceza li berpirsên emnî û dadweriyê yên Îranê birîn.

Ji ber darvekirina xwepêşanderan Brîtanya û Kanada ceza dan berpirsên Îranê
9 kanûn, 2022   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Brîtanya ji ber dayîna cezayê darvekirinê ji bo xwepêşanderan û darvekirina xwepêşanderan ceza li hinek berpirsên Îranê birîbû. Piştî Brîntanya Kanada jî bi heman sedemê ceza li 22 berpirsên emnî û dadwerî yên Îranê birî.

Her wiha dîplomatkarên Ewropayê jî ragihandin, Yekitiya Ewropa ji ber destwerdan û darvekirina xwepêşanderan, xwe amade dike cezayên hişktir li dewleta Îranê bibire.

Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) jî darvekirina Mûhsîn Şikarî weke nêzîkatiyeke tirsonek wesif kir û ragihand dazanîn ev darvekirin dide nîşan ku bi dehan kesên din jî li nava zîndanê de rûberûyê heman çarenûsêne.

Gelek wezîr û berpisên welatên Ewropa jî bi peyamên kurt nerazîbûn nîşana darvekirina xwepêşanderan dan.