​​​​​​​ Dewleta Tirk gundewarên Kobanê, Girê Spî û Eyn Îsayê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker gundên Kobanê, Girê Spî û Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dike. Her wiha balafirên bêmirov li asîmanê navçeyên Eyn Îsa û Sirînê digerin.

​​​​​​​ Dewleta Tirk gundewarên Kobanê, Girê Spî û Eyn Îsayê topbaran dike
8 kanûn, 2022   18:20
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker gundê Celebiyê yê başûr rojhilatê Kobanê, gundên Zormixar, Şiyûx, Carxilî yên rojavayê Kobanê û gundên Merc Ismaîl, Çîşan û Qeremox ên rojhilatê bajêr topbaran dike.

Her wiha gundên Salok ê başûr rojavayê Girê Spî, gundên Hoşan, Dibis ên rojavayê navçeya Eyn Îsayê, gundê Fatse yê rojhilatê navçeyê têne topbarankirin.

Hemwextî wê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li asîmanê navçeyên Eyn Îsa û Sirînê digerin.

ANHA