Rojnamevanekî ermenî: Erdogan sûcdarê şer e, divê were darizandin

Rojnamevanê ermenî Hamo Moskoviyan anî ziman ku divê zext li Kongreya DYA û Yekitiya Ewropayê were kirin da ku ʹSûcdarê şer Erdoganʹ di dadgehên navneteweyî de were darizandin.

Rojnamevanekî ermenî: Erdogan sûcdarê şer e, divê were darizandin
9 kanûn, 2022   01:52
BEYRÛT- ZIYAD EBÛ XEZALE

Rojnamevanê ermenî Hamo Moskoviyan li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHAʹyê re axivî.

Hamo Moskoviyan got: "Rejîma Erdoganê faşîst ê dîktator şanoya teqîna li Stenbolê afirand ku îstîxbaratra Tirk derhêneriya wê kiriye, piştre dest bi êrişan li dijî bakurê Sûriyê û Iraq û wêrankirina hemû tiştên ku tev digerin, kir. Her wiha qirkirinên komî li dijî gelên Kurd, Suryan, Kildan û Ermen ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Ev rêbazê ku Tirkiyê dimeşîne û beriya wê dewleta Osmanî pêk dianî xwedî dîrokeke reş û ya komkujiyan e, taybt di sedsala 20ʹî de û destpêka desthilata 21ʹê dewam dikin."

Moskoviyan îşaret pê kir ku Tirkiyê rolekê di navbera Rûsya û DYAʹyê de li Ukrayna û Kafkasyayê dilîze û da zanîn ku Erdogan hewcedariya DYA, Rûsya û Ewropayê ya pê bi kar tîne û kiryarên xirab dike.

ʹDIVÊ SÛCDARÊ ŞER WERE DARIZANDINʹ

Rojnamevan Hamo Moskoviyan bal kişand ser rêbazê cezakirina dewleta Tirk li ser sûcên ku pêk tîne û wiha axaftina xwe domand "Rêya yekane ya darizandina Tirkiyê divê em bikin, divê komên mafên mirovan û komên şoreşgerî li dijî Erdogan û siyasetên Tirkiyê bibin yek, ji ber ku ew serok e û sultanê komên terorîst ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heman demê li Kafkasya û Asyaya Navîn e. Her wiha artêşeke wî ya yeniçerî heye ku ji 85 hezar kesî pêk tê. Ev rejîm destê dide hin aliyan û her carê wan wekî gefekê li dijî dewletekê, an rejîmekê an jî kesê ku cesaret bikin wî rexne bikin an jî dozeke hiqûqî li dijî wî vekin, bi kar tîne. 3 mîlyon Kurd li Almanya, 2 mîlyon li dewletên din Ewropayî hene, her wiha li Amerîka jî hene. Li Yewnanîstanê komeke zextê ya xurt a kurdî û ermenî heye. Em dikarin her carê bi rêya kesên bi rûmet heger ên li Kongreya DYAʹyê bin, an jî Yekitiya Ewropayê bin peywendiyan çêbikin da ku wan neçar bikin ku ji bo cezakirina sûcdarê şer Erdogan ji aliyê  Dadgeha Edaletê ya Navnetweyî an jî rêxistinên hiqûqî ve, gavan biavêjin."

Hamo Moskoviyan destnîşan kir ku beriya salek an du salan an ku dema şerê li dijî DAIŞʹê pêwîstiya DYA, Ewropa û rejîma Sûriyê Rêveberiya Xweser û QSDʹê hebûn ji ber ku leheng bûn û bi heqeiyê re ne û got: "Niha DAIŞ di girtîgehan de ne, lê îro em matmayî ne ku rexneyên giran li Rêveberiya Xweser dikin."

(bb)

ANHA