Şanoya bi navê “Rastî Dagirkirî” li Qamişlo hat pêşandan

Şanoya bi navê “Rastî Dagirkirî” ya ku senaryoya wê ji aliyê şehîd Hêvî Şanoger ve hatî nivîsandin, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate pêşandan.

Şanoya bi navê “Rastî Dagirkirî” li Qamişlo hat pêşandan
8 kanûn, 2022   16:01
QAMIŞLO

Şanoya bi navê “Rastî Dagirkirî” di bin derhêneriya Kawa Fetah de hatiye amadekirin. Îro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi amadebûna bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo hate pêşandan.

/kr/uploads/files/2022/12/08/160321_img_0411.webp

Produksiyonê şanoyê Simko Cudî axivî û bixêrhata mêvanan kir. Simko wiha got: “Ev demeke dirêj, nêzî sê mehan xebateke me li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo heye ku ji bo perwerdekirina leyîstikvanên şanoyê dihat meşandin.”

Simko diyar kir ku wan xwestiye şanoyê di salvegera 50’ emîn a damezradina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were pêşandan, lê belê ji ber şert û mercên li herêmê pêşandana şanoyê heta niha dereng maye.

Simo wiha domand: “Lê belê çi dibe bila bibe em dê bi hunera xwe û bi şerê xwe bersivê bidin dijmin û em dê niha şanoya xwe pêşkêş bikin. Em bi hêvî ne ku şanoya me layîqî salvegera 50’emîn a PKK’ê be û layîqî beşdarbûna temaşevanan be.”

Şano bi kelecaneke mezin ji aliyê temaşevanan ve hate temaşekirin û di dawiyê de bawernameyên leyîstikvanan ji aliyê şanoger Ekîn Ronî, Kawa Fetah û Ednan ve hatin dayîn.

(dg)

ANHA