​​​​​​​`Hevgirtina gelên herêmê planên dewleta Tirk a dagirker têk bir`

MSD`ê ji bo ku geşedanên dawîn ên siyasî şîrove bike, li Tebqayê civînek li dar xist. Di civînê de endamê Desteya Rêveber a Meclisê Hesen Mihemed Elî axivî û teqezî bi hevgirtina gelên herêmê kir ku planên dewleta Tirk a dagirker têk bir.

​​​​​​​`Hevgirtina gelên herêmê planên dewleta Tirk a dagirker têk bir`
8 kanûn, 2022   14:28
TEBQA

Civîn li hola Meclisa Qanûsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi dirûşma “Êrişên dewleta Tirk li gel rewşên siyasî û pêwîstiyên çareseriya siyasî” li dar xist. Di civînê de Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, rûspiyên eşîrên herêmê û partî beşdar bûn.

Di civînê de endamên Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî û Elî Rehmûn û endamên Nivîsgeha Têkiliyên MSD`ê Emel Dada û Jiyan Mele civîn bi rêve birin.

Di civînê de Hesen Mihemed Elî behsa geşedanên siyasî yên dawîn, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê kir û diyar kir ku berpirsên li herêmê, tevî êrişan lê li çareseriyan digerin da ku Sûriyê û gelê wê ji encamên aloziyê xilas bikin.

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku dewletên mudaxeleya Sûriyê kirine, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê tedbîrên pêwîst negirtin li şûna çareseriyan bibînin, li hicetan geriyan ku mudaxeleya kar û barên Sûriyê bikin û got: “Em hewl didin ku bigihêjin rewşekê wisa ku van mudaxeleyan bi dawî bikin û em dikarin bi xwe dozên xwe çareser bikin.”

HEVGIRTINA GEL PLANÊN DEWLETA TIRK TÊK BIR

Hesen Mihemed Elî behsa timayên dewleta Tirk li Sûriyê kir û got: “Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide ku axa Sûriyê dagir bike, lê bi saya hevgirtina xurt a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya projeya biratiya gelan a rêber Ocalan pêşkêş kiriye, planên wê bi bin ketin.”

Der barê bêdengiya hikumeta Şamê li hember êrişan de Mihemed Elî wiha axivî: “Aloziya Sûriyê diyar kir ku gelê Sûriyê dijminê hikumeta Sûriyê ye ku tu helwest li hember êrişan û kuştina welatiyan nîşan nedaye.”

Di dawiya axaftina xwe de Hesen Mihemed Elî got: “Ruxmî hemû astengiyan, lê dîsa jî dagirker û hêzên kapîtalîst hesab ji projeya me re dikin ku dê li Rojhilata Navîn bibe nimune.”

Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Elî Rehmûn bersiva pirsên beşdaran da û got: “Nêrînên di nîqaşan de derdikevin, hêviyeke mezin çêdikin ku sûrî dikarin dosyayên xwe çareser bikin û nimuneya herî rast û li gorî xwezaya herêma xwe bipejrînin. Ev lihevkirin, wê li pêşiya êrişan bibe bendeke asê.”

Rehmûn destnîşan kir ku gelê herêmê qebûl nake ku serî ji aliyên derve re bitewîne û wiha pê de çû: “Em dixwazin xwe bi xwe li gorî xwezaya xwe birêve bibin. Tu rejîm nikare pêkhateyan ji çanda wan mehrûm bike. Em dixwazin van xalên me bi bîr xistine, bi rêya van panelan xurttir bikin. Baweriya me bi gelê me xurt e ku van hêviyan pêk bînin.”

(şx)

ANHA