Rûspiyên Holê: Koalîsyona Navneteweyî berpirsa êrişên dewleta Tirk e

Rûspiyên navçeya Holê diyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî û hêzên navneteweyî berpirsên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Rûspiyên Holê: Koalîsyona Navneteweyî berpirsa êrişên dewleta Tirk e
8 kanûn, 2022   12:48
HESEKÊ

Bi dehan rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Holê ya kantona Hesekê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Ji rûspiyên eşîra El Beka, Mehmûd Şilaş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êriş û sûcên dewleta Tirk  a dagirker, hedefkirina kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê tê de hene, hatin şermezarkirin.

Hate gotin ku dewleta Tirk bi hedefkirina kampa Holê dixwaze komkujiyan pêk bîne.

Rûspiyan diyar kir ku Koalîsyona Navneteweyî û hêzên navneteweyî berpirsên êriş û sûcên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û lawazkirina îstiqrar û aştiya navxweyî ya herêmê ne.

(bb)

ANHA