TEV-DEMʹê banga tevlêbûna kampanyaya ji bo girtina qada hewayî kir

TEV-DEMʹê piştgirî da kampanyaya hashtagê ya ku Rêveberiya Xweser ji bo girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk helwesta xwe bikin yek û beşdarî kampanyayê bibin.

TEV-DEMʹê banga tevlêbûna kampanyaya ji bo girtina qada hewayî kir
8 kanûn, 2022   12:50
QAMIŞLO

Bi beşdarbûna endamên yekitî û komîteyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), daxuyaniyek li Qamişloyê hate dayîn.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMʹê Zeyneb Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ruxmî hebûna Amerîka û Rûsyayê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî destekftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, bi taybet êrişên bi balafiran dewam dikin. Ev êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser jiyana bi sed hezaran sivîlan û koçerên ku ji ber rewşa ewle xwe spartine herêmê, xetere ne."

TEV-DEMʹê piştgirî da kampanyayê hashtagê ya ku Rêveberiya Xweser 10ʹê Kanûnê ji bo girtina qada hewayî li ber balafirên şer, ragihandiye.

Her wiha bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî, di serî de Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên civaka sivîl ên herêmî û navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan helwesta xwe bikin yek û beşdarî kampanyayê bibin.

(bb)

ANHA