Zaroka ji ber şewatê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Omer Elûş a navçeya Eyn Îsa ragihand ku zaroka bi navê Mîrkan Ehmed Ebdulqadir ku li Kampa Koçberên Girê Spî ji ber şewatê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest daye.

Zaroka ji ber şewatê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
8 kanûn, 2022   11:37
EYN ÎSA

Beriya du rojan li Kampa Koçberên Girê Spî yê li Til Semin de li dibistanê şewat derketibû, di encamê de 9 xwendekar û rêveberê dibistanê birîndar bibûn.

Li gorî çavkaniyiekî tenduristiyê ji Nexweşxaneya Omer Elûş, zaroka bi navê Mîrkan Ehmed Ebdulqadir ku di şewatê de birîndar bibû îro jiyana xwe ji dest daye.

ANHA