​​​​​​​HRW`ê li ser sûcên şer ên Tirkiyê li herêmê raporek weşand

Di raporeke rêxistina Human Rights Watch de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên dawîn ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sûcên şer kirine.

​​​​​​​HRW`ê li ser sûcên şer ên Tirkiyê li herêmê raporek weşand
8 kanûn, 2022   11:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di raporeke rêxistina Human Rights Watch (HRW) de hat bibîrxistin ku karkerên alîkariyê yên navneteweyî û xelkê xwecih diyar kiriye ku ji ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker kehrebe qut bûye, sotemenî kêm bûye, rêxistinên alîkariyan neçarî taloqkirina hin xebatên xwe man û dibistin û xizmetguzariyên giştî hatin sekinandin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di şeva 20`ê Mijdarê de dewleta Tirk êrişî bakurê Sûriyê kir, deverên Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên hikumeta Şamê bombebaran kirin, navendeke tenduristiyê ya Koronayê, depoyên genim, dibistanek, stasyonên enerjî û sotmeniyê, zeviyên petrolê, rêyeke sivîlan û rêxistinên alîkariyan kirin hedef.

Hat gotin ku ji ber zirarên di binesaziya enerjiyê de pêk hatine, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xizmetên sereke hatin rawestandin, sotemî kêm bû ku jixwe aloziya sotmeniyê li wir hebû, ji lew re azarên sivîlan zêdetir bûn.

Her wiha hat bibîrxistin ku di 23`yê Mijdarê de cihekî Hêzên Sûriya Demokratîk li kampa Holê jî hatiye bombebarankirin ku baregeheke girtinê bû û zêdetirî 53 hezar kesên biguman ên girêdayî DAIŞ`ê û endamên malbatên wan tê de ne, piraniya wan jin û zarokên ji nêzî 60 welatî ne.

 

Di 25`ê Mijdarê de Foruma Rêxistinên Nehikumî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (desteya koordîneyê ya sereke ya rêxistinên nehikumî yên li herêmê ye) daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de li ser zirara dibe ku hedefgirtina binesaziyê bigihîne jînegehê û jêderên avê ku jixwe aloziyeke avê li herêmê heye, hişyarî hatibû dayîn.

Cîgirê rêveberiya HRW`ê yê Rojhilata Navîn Adam Coogle got êrişên dewleta Tirk li ser cih û waran û binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetereyê li ser mafên sereke yên sivîlan çêdike. Coogle diyar kir ku gelê Sûriyê jixwe bi karesata mirovî, aloziya koçberiyê û aboriya xirab re rû bi rû ye û hişyarî da ku zêdebûna êrişên leşkerî yên dewleta Tirk dibe ku rewşê ji bo Kurd, Ereb û civakên din xirabtir bike.

Foruma Rêxistinên Nehikumî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku di êrişên hewayî yên dagirkeriya Tirk de di nav de rojnamevanê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Îsam Ebdullah, herî kêm 10 sivîl hatine kuştin.

(cx)