​​​​​​​HRE`yê şehadeta şervanekî ragihand

HRE`yê daxuyand ku şervanê wan Fehmî Mihemed (Soro Çiya) roja 6`ê Kanûnê dema li ser eka xwe bû di encama qezayekê de gihîştiye şehadetê.

​​​​​​​HRE`yê şehadeta şervanekî ragihand
8 kanûn, 2022   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:

“Di roja 6’ê Kanunê de hevrêyê me Fehmî Mihemed bi nasnav Soro Çiya dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de gihîşt şehadetê.

Hevrêyê me Soro ji bajarê Efrînê a tevî hemû êrîşên dagirkeran ên li ser erdê û çandî, hezkirina xwe ya welat û çanda Kurdîtîyê ti car bernedan e û parastin e, ji dayik bûye. Ji ber malbat û derdora ku lê jîyaye welatparêz bû, hevrê Soro jî ji vê çandê bandor bûye û kesayetekê têkoşer di xwe de avakiriye. Li çar parçeyên Kurdistanê xeteriya qirkirina fîzîkî û çandî a li ser gelê me her ku diçe hîn zêdetir berbiçav dibe û tê dîtin, ji ber vê jî her mirovên xwedî bi wijdan erk û berpirsyarên xwe yên li hember gel û welat hewcehiya têkoşînê dibînin.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re her çi qas qismekê ev êrîşên dijmin ên qirker hatibin rawestandin û polîtîkayên wan ên tunekirinê re bendekê hatibe danîn jî ji sala 2018’an ve gelê me rasterast bi êrîşên fîzîkî ên dewleta Tirk a qirker û dagirker re rûbirû ye.

Di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê de her mirovekî welatparêz çawa ku erk û peywirên xwe yên li hember gel û axê pêk bîne li hember êrîşan çepera berxwedanê de cîh girt, hevrêyê me Soro jî li ser vê bingehê li dijî dewleta Tirk a qirker û dagirker ku pêşengiya polîtîkayên qirkirinê li ser gelê me ferz dike û dimeşîne, cihê xwe enîya berxwedanê de girt û şer kir. Hevrê Soro piştî berxwedana Serdemê a Efrînê di qonaxa duyemîn a berxwedanê de dema hêzên me li dijî dagirkeran çalakiyan li dar xist de jî cîh girt. Hevrê Soro di nav hêzên me de gelek karan de xwe pêş xist û peywir girt. Ne tenê bi karekî re mijûl bû, gelek karan bi hev ra meşand. Şervanekî jîr, xwedî bi dîsîplîn, hevrêyekî baş û dirûst bû. Di nav hevalên xwe da hat hezkirin.

Em bîranînên hevrêyê xwe Soro bikin bingeha têkoşîna xwe ya azadiyê û her tim bidin jîyandin. Em serî da sersaxiyê ji malbata hêja a şehîdê xwe ra û gelê xwe yê welatparêz ra dixwazin û em ê têkoşîna xwe, bi azadiyê tacîdar bikin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Soro Çiya

Nav û Paşnav: Fehmî Mihemed

Navê Dayikê: Zelûh

Navê Bav: Ebdulah

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 6’ê Kanuna 2022`yan.

(cx)