​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-12-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-12-2022`YAN
7 kanûn, 2022   23:00

Kombenda Civakî ya Efrînê ya Qamişlo ji bo şermezarkirina dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li pêşiya navendê daxuyanî dide saet di 12:00`an de.(BI WÊNDE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Amûdê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û li hember biryara CPT`iyê xwepêşandan li qada Jina Azad li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Şêniyên Serêkaniyê yên li kampa Talaê ya Hesekê dimînin ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanê li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û li hember biryara CPT`iyê xwepêşandan li dar dixin saet di 12:00`an de. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Tebqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê xwepêşandan li dar dixin. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

MSD`ê panlek bi dirûşma “Êrişên dewleta Tirk li gel geşedanên siyasî” saet di 10:00`an de. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyên 2 şehîdên QSD`ê Hisên Şêxo û Mihemed Huzeyfe li navçeya Sirînê saet di 12:00`an de. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê lidarxistina civînan ji bo şîrovekirina geşedanên dawîn, didomîne saet di 13:00`an de. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Şehîd Hediye Ebdullah dayîkeke mînak û şoreşger bû ku bi fedakariyê dihat naskirin, roja komkujiya Dêrikê ji zarokên xwe re got: “Hûn zarokên min in, lê yên di bin topbaranê de jî zarokên min in, divê ez alîkariya wan bikim û wan xilas bikim.” (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Jinên koçber ên Efrînê ku li Şehbayê dimînin, diyar kir ku ji ber ambargoya hikumeta Şamê û êrişên dagirkeriya Tirk rewşa wan a jiyanî xirab e, lê ew tevî hemû şert û mercan li ber xwe didin. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Mistefa Emîn destnîşan kir ku destê Tirkiyê di firehbûna DAIŞ`ê de heye û di avakirin û zêdekirina hemêzkerên îdeolojiya DAIŞ û cîhadiyan li herêmê de roleke sereke dilîze. Wan hemêzkeran vedugherîne kargehên zêdekirina DAIŞ`iyan û çeteyan dişîne derve. Ji ber wê, li ser herêmê, cîhana erebî, îslamî û cîhanê bi giştî xetere ye.

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û welatiyên Hesekê teqezî bi berdewamkirina berxwedanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Di 6 rojên dawîn de dewleta Tirk a dagirker 14 navend û gundên navçeya Zirganê bi zêdetirî 87 top, topbaran kirin. Di nav de navendên giştî û taybet hene. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Luxembourgê bi serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya parlamentoya Luxembourgê Eve Krochten û parlamenter Nataly Opervice re hevdîtin pêk anî. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku berxwedana gelan û QSD’ê ya dijî êrîşan bandorek mezin li hundir û derve çêkiriye, ew jî li ser vê berxwedanê xebatên dîplomatîk dimeşînin, belgeyên sûcên dewleta Tirk ji hemû hêzên herêm û cîhanê re dişînin. (BI WÊNDE Û DÎMEN)

ANHA