Jinên ji Efrînê li hember ambargo û êrişan li ber xwe didin

Jinên koçber ên Efrînê ku li Şehbayê dimînin, diyar kir ku ji ber ambargoya hikumeta Şamê û êrişên dagirkeriya Tirk rewşa wan a jiyanî xirab e, lê ew tevî hemû şert û mercan li ber xwe didin.

Jinên ji Efrînê li hember ambargo û êrişan li ber xwe didin
8 kanûn, 2022   00:38
ŞEHBA

Jinên ji Efrînê koçberî herêma Şehbayê bûne, têkildarî ambargoya hikumeta Şamê ya li ser herêmê û êrişên dewleta Tirk a dagirker nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Elîf Osman bal kişand ser ambargoya giran a li ser kantona Şehbayê hatiye ferzkirin û diyar kir ku hikumeta Şamê nahêle mazot, derman û pêdiviyên jiyanê derbasî herêmê bibin.

Elîf destnîşan kir ku hemwextî ambargoyê ew bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ne û got ruxmî van şert û mercên zehmet jî ew 5 sal in li kampan li ber xwe didin û jiyana xwe didomînin.

Elîf got Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê heta ji destê wê tê alîkariya gel dike û pêdiviyên wan tîne cih, lê dîsa jî ji ber ambargoya şidandî ew zehmetiyan dikişînin û çi dibe bila bibe, heta ku Efrînê rizgar dikin û vedigerin warê xwe ew ê berxwedanê bidomînin.

Lutfiye Hesen jî diyar kir ku ji ber ambagoya li ser herêmê rewşa wan îsal ji salên berê xirabtir e û got: “Zarokên me biçûk in, şîr dixwazin. Em êzingan kom dikin û pê debara xwe dikin da ku em zarokên xwe birçî nehêlin.”

Lutiye bal kişand ku li kêleka ambargoyê, her roj êriş li dijî wan tên kirin da ku dev ji têkoşînê berdin û got: “Lê belê em ê bi îsrareke mezin tê bikoşin."

Lutfiye bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku werin herêmê û rewşa xelkê bibînin, zextê li hikumeta Şamê bikin da ku dorpêça li ser şêniyan rake.

ANHA