Mistefa Emîn: Tirkiye di firehbûna DAIŞ`ê de roleke sereke dilîze

Mistefa Emîn destnîşan kir ku destê Tirkiyê di firehbûna DAIŞ`ê de heye û di avakirin û zêdekirina hemêzkerên îdeolojiya DAIŞ û cîhadîstanê li herêmê de rolek dilîze. Wan hemêzkeran vedugherîne kargehên zêdekirina DAIŞ`iyan û çeteyan dişîne derve. Ji ber wê, li ser herêmê, cîhana erebî, îslamî û cîhanê bi giştî xetere ye.

Mistefa Emîn: Tirkiye di firehbûna DAIŞ`ê de roleke sereke dilîze
8 kanûn, 2022   03:38
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevgera çeteyên DAIŞ`ê li herêmê zêde bû. agahî hebû ku çeteyên DAIŞ`ê xwe amade dikin ku êriş bibin ser girtîgeha Eleya ya li Qamişlo ku çeteyên DAIŞ`ê tê de têne girtin.

Girêdayî mijarê lêkolînerê kar û barên komên îslamî yên cîhadî Mistefa Emîn got destê Tirkiyê di firehbûna DAIŞ`ê de heye û wiha domand: “Dîroka wê bi DAIŞ`ê re û paşguhkirina kiryarên wê li bakurê Sûriyê û heta li Tirkiyê diyar e. Tirkiyê baş dizane ku xurtkirina hêzên ewlekariyê yên QSD`ê dê firehbûna DAIŞ`ê û komên cîhadî yên din qels bike. Ji ber wê dewleta Tirk di vî warî de hewldan dike.”

Emîn desntîşan kir ku dewleta Tirk di avakirin û zêdekirina hemêzkerên îdeolojiya DAIŞ û cîhadê li herêmê de rolek dilîze û wan hemêzkeran vedugherîne kargehên zêdekirina DAIŞ`iyan û çeteyan dişîne derve û got: “Ji ber wê, li ser herêmê, cîhana erebî, îslamî û cîhanê bi giştî xetere ye.”

Emîn wiha pê de çû: “Tirkiyê amadekariyên vê mijarê dike ku xizmeta rejîma wê dike û ji bo domandina wê rol dilîze. Xizmeta armancên wê yên ji bo firehkirina mêtingeriya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.”

Emîn ev li gotinên xwe zêde kir: “Tirkiyê mîna gelek dewletan hewl dide hemû amûrên xwe bi kar bîne da ku berjewendiyên pragmatîk ên rejîma Tirk pêk bîne. Dema destwerdana aloziya Sûriyê kir, ev rol diyar bû ku destek da komên çekdar ên li bakur û hundirê Sûriyê, zêdebûn û firehbûna DAIŞ`ê û çawa bi rêya Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn, paşguh kir.”

Emîn diyar kir ku îdeolojiya rejîma Tirk li ser nakokiya sunî û şîî ava bûye û ev xizmeta ajandeyên wê dike ku komên îslamî yên sunnî kontrol bike û nirxandina xwe wiha domand: “Di vê mijarê de Tirkiyê xwedî nêrîneke diyar e. Kurdan wek amûrekê bi kar tîne da ku ajandeyên xwe yên li herêmê, bakurê Iraqê û heta hundirê Tirkiyê pêk bîne. dijmantiye bi kurdan re afirand, rejîma Tirk propaganda kir ku Kurd dijminê gelê Tirk û divê li hemberê li ber xwe bidin.”

Di dawiyê de Emîn got: “Helwesta Tirkiyê diyar e û zirarê dide gelê Sûriyê, Sûriyê û bakur û rojhilatê Sûriyê.”

(şx)

ANHA