Şêniyên Minbicê: Divê lidarxistina civînên wiha berdewam bikin

Di civînên ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi şêniyan re li dar dixe de, welatiyên bajêr hewldanên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê silav kirin ku bi wan re geşedanên siyasî û leşkerî yên dawîn parve dike.

Şêniyên Minbicê: Divê lidarxistina civînên wiha berdewam bikin
7 kanûn, 2022   15:46
MINBIC

Di çarçoveya civînan de ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji bo şîrovekirina geşedanên dawî yên herêmê li dar dixe, welatiyan bi ajansa me re nêrînên xwe parve kirin.

Welatiyê bi navê Ebdurehman El Himêdî yê ji Minbicê di serî de hewldanên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk silav kirin û got: “Me ji vê civînê pir sûd girt, ji ber ku me yekser bi berpirs û fermandaran re nîqaş kir ku wan jî geşedanên dawî yên herêmê nexasim êriş û planên dewleta Tirk a dagirker bi me dan naskirin.”

Welatiya bi navê Fatme Beko jî destnîşan kir ku divê lidarxistina mîna van civînan berdewam bikin da ku şêniyên bajêr ji xetereyan hişyar û baldar bin.

Tê zanîn ku îro roja sêyemîn e ku civîn bi gel re tê li darxistin. Bi rêya van civînan geşedanên dawî yên herêmê ji şêniyane re têne şîrovekirin.

Di civîna îro de endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê û meclisên rojava û başûrê bajêr beşdar bûn.

Di civînê de hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Mihemed Elî El Ebo li ser bûyerên dawî yên li Sûriyê, rêbazên çareserkirina kirîza Sûriyê, planên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina Sûriyê û sedemên êrişên wê nexasim ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û encamên wan axivî.

El Ebo destnîşan kir ku divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyên civakî, aborî û leşkerî de baş tedbîr bigire û ji bo êrişeke bejayî ya muhtemel amade be.

Civîn bi girtina nêrînên welatiyan û bersivandina pirsên wan bi dawî bû.

(mh)

ANHA