`Divê em siyaset û rastiya dagirkeran ji cîhanê re eşkere bikin`

Îro Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û rêbazên têkbirina wan de paneleke siyasî li dar xist, tê de endamên komîteyên jinan ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê beşdar bûn.

`Divê em siyaset û rastiya dagirkeran ji cîhanê re eşkere bikin`
7 kanûn, 2022   16:29
DÊRAZOR

Panel li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li bajarokê Kesra hat lidarxistin. Di serî de cîgira berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Semîra El Ezîz axivî û got: “Me hemiyan komkujiya dagirkeriya Tirk a li dijî sivîlên Dêrikê di 19’ê Mijdara borî de dît ku di encamê de jî 11 welatî şehîd bûn, her wiha êrişên wê yên li dijî Şehbayê heta bi Dêrikê û hedefgirtina binesaziha herêmê jî berdewam in.”

Semîra wiha domand: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve û heta niha dewleta Tirk a dagirker roleke neyînî tê de dilîze ku hewl dide bi rêya destwerdana xwe di herêmê de û dagirkirina wê kirîzê kûrtir û dirêjtir bike.”

Semîra destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan di hilbijartinên Hezîrana 2023’an de bi ser keve, ji ber wê hewl dide aramiya herêmê têk bibe.

Semîra wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê em van siyasetan li pêşiya hemû cîhanê eşkere bikin da ku her kes metirsî û rastiya dewleta Tirk a dagirker bizane.”

Di dawiya panelê de teqezî bi girîngiya hevigrtinê ji bo têkbirina êrişan hat kiri.

(mh)

ANHA