`Şehîdên komkujiya Teqil Beqil nûnerên xeta azadiyê ne`

Meclisa Navçeya Dêrikê ji saziyên Rêveberiya Xweser ên navçeyê re civînek li dar xist, di civînê de li ser berxwedana şehîdên komkujiya Teqil Beqilê hat axaftin û soza şopandina rêya wan hat dayîn.

`Şehîdên komkujiya Teqil Beqil nûnerên xeta azadiyê ne`
7 kanûn, 2022   15:31
DÊRIK

Îro Meclisa Navçeya Dêrikê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle civînek li dar xist. Tê de bi dehan endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser ên navçeyê (Şaredariya Gel, Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle, Daîreyên Av, Kehrebe û Sotemeniyê û saziyên xizmetguzariyê) beşdar bûn.

Di serî de endamê meclisê Mihemed Elî axivî û destnîşan kir ku şehîdên komkujiya Teqil Beqilê xwedî berxwedan û têkoşîneke mezin bûn û ji bo azadî û mirovahiyê bûn qurban.

Elî wiha domand: “Berxwedana wan dîrokeke nû ya têkoşînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker afirand. Ew nûnerê xeta azadiyê ya ji bo hemû sûriyan e.”

Elî her wiha diyar kir ku planên dewleta Tirk a dagirker li hember îsrara gel a berxwedanê têk çûn.

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed Elî got: “Divê herî pêş em di têkoşîna xwe de xwe bispêrin fikrê netewa demoktatîk a rêber Ocalan û rêya şehîdan bişopînin.”

(mh)

ANHA