Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê bang li CPT’ê kir: Berpirsyariyên xwe bîne cih

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê bang li CPT’ê kir ku der barê rêber Abdullah Ocalan de xwedî li erka xwe derkeve.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê bang li CPT’ê kir: Berpirsyariyên xwe bîne cih
7 kanûn, 2022   14:05
TEBQA

Bi dehan jin li goristana şehîdan a Tebqayê ji bo xwendina daxuyaniyê kom bûn ku ji aliyê endama rêveber a nivîsgeha kombûnê Semîra El Hebeş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gel û damezirînerê projeya neteweya demokratîk û fîlozofê neteweyî rêber Abdullah Ocalan sûcên dermirovî pêk tîne.

Her wiha hat diyarkirin ku rêber Abdullah Ocalan li hember hemû hewldanên qirkirina fikrî û çandî yên li dijî dîrok û gelên herêmê li ber xwe dide.

Di daxuyaniyê de soza domandina berxwedanê li hember dewleta Tirk, bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hat dayîn.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li CPT’iyê hat kirin ku der barê doza rêber Abdullah Ocalan de xwedî li erka xwe derkeve.

 (mh)

ANHA