​​​​​​​Bi sedan kesî şehîd Dilxwaz Agir oxir kir

Xelkê Qamişloyê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Dilxwaz Agir li Goristana Şehîd Delîl oxir kir.

7 kanûn, 2022   12:58
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê û gundên wê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Osman Milto (Dilxwaz Agir) bûn, yê ku 3`yê Kanûna 2022`yan di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Sinciqa Sedûn a Amûdê de şehîd bûbû.

Li Goristana Şehîd Delîl Saroxan endama Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Cewahir Osman axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku dewleta Tirk ji berxwedana gelê herêmê ditirse, ji lew re bi hovîtî êriş dike.

Cewahir got ev gel hêza xwe ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û ji hêzên xwe yên leşkerî digire û ji dijminê Tirk natirse.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Qamişloyê Semîra Mihemed jî wiha axivî: “Ka yên ku mafên mirovan îdia dikin, gelo sûcên li dijî zarok û jinan nabînin? Divê welatên Ewropayê sînorekî ji van sûcan re deynin.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya kantona Qamişloyê Nezîr Sofî jî destnîşan kir ku bi hezaran şehîdan di oxira welatê xwe de canê xwe feda kirin û anî ziman ku çi qas hovîtiya li dijî herêmê zêde bibe jî, ew ê gavekê paş de naavêjin.

Kurapê şehîd, Dijwar Ehmed jî got ku ji ber ku gelê herêmê aştî, ewlehî û azadiyê dixwaze, dewleta Tirk dixwaze gel qir bike.

Piştî ku wesîqeya şehadetê hat xwendin, radestî malbata şehîd hat kirin û cenazeyê şehîd di nava dirûşmên “Şehîd namirin” de hat veşartin.

(cx)

ANHA