Sersaxî ji malbata şehîd Biharîn Kendal re hat xwestin

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Delal Elî (Biharîn Kendal) re xwest û destnîşan kir ku ew ê rêya şehîdan bişopînin.

Sersaxî ji malbata şehîd Biharîn Kendal re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Biharîn Kendal re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Biharîn Kendal re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Biharîn Kendal re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Biharîn Kendal re hat xwestin
7 kanûn, 2022   12:39
KOBANÊ

Bi sedan şêniyan tevî endamên saziyên Rêveberiya Xweser û nûnerên partiyên siyasî yên herêma Firatê berê xwe da gundê Qeremox ê li rojhilatê Kobanê û beşdarî merasîma sersaxiyê ya şehîd Biharîn Kendal bûn ku 24`ê Îlonê li Wanê şehîd bûbû.

Di merasîmê de ji şêniyan Ferîd Xelîl axivî û pesna berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ya ji bo parastina gelan ji êrişên qirkirinê yên sîstemên zordest da. Xelîl diyar kir ku ne ji şehîdan bûya, ew di şerên Kobanê bi ser nediketin û DAIŞ têk nedibirin û tekez kir ku ew ê rêya şehîdan bişopînin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî jî bal kişand ser fedakariyên şehîd Barîn û şehîdên azadiyê yên ku di şerê têkbirina terorê de li Kobanê bi roleke mezin rabûn.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Biharîn hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Merasîm bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

(cx)

ANHA