̛̛̛̛̛̛̛Merasîma sersaxiyê ya şehîd Fayîq Efrîn li Şehbayê li dar ket

Li gundê Til Qirah ê Şehbayê merasîma sersaxiyê ya şehîd Fayîq Efrîn li dar ket. Gerîla Fayîq Efrîn tevî 4 hevalên xwe di 24’ê Îlona 2020’an de şehîd bûbû.

̛̛̛̛̛̛̛Merasîma sersaxiyê ya şehîd Fayîq Efrîn li Şehbayê li dar ket
̛̛̛̛̛̛̛Merasîma sersaxiyê ya şehîd Fayîq Efrîn li Şehbayê li dar ket
̛̛̛̛̛̛̛Merasîma sersaxiyê ya şehîd Fayîq Efrîn li Şehbayê li dar ket
̛̛̛̛̛̛̛Merasîma sersaxiyê ya şehîd Fayîq Efrîn li Şehbayê li dar ket
̛̛̛̛̛̛̛Merasîma sersaxiyê ya şehîd Fayîq Efrîn li Şehbayê li dar ket
̛̛̛̛̛̛̛Merasîma sersaxiyê ya şehîd Fayîq Efrîn li Şehbayê li dar ket
̛̛̛̛̛̛̛Merasîma sersaxiyê ya şehîd Fayîq Efrîn li Şehbayê li dar ket
7 kanûn, 2022   11:07
ŞEHBA

Bi beşdarbûna bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê merasîma sersaxiyê ya şehîd Fayîq Efrîn û hevalên wî li dar ket. Şehîd Fayîq Efrîn tevî 4 hevalên xwe Baharîn Kendal, Şiyar Sason, Şiyar Kobanê û Sîdar Canfeda di 24’ê Îlona 2020’an de li Wanê şehîd bûbû.

Şênî li gundê Til Qirah ê Şehbayê li pêşiya mala malbata şehîd kom bûn. Piştî kombûnê li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan Menel Şêxo axivî û got: “Em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin di kesayeta şehîd Fayîq û hevalên wî de. Bila dijmin baş bizane ku em li pişta hêzên xwe û gerîla ne.”

Li ser navê Kongra Star jî Emîne Silêmen got: "Zarokên me canê xwe dikin qurbaniyê doza xwe da ku bikarin azad bijîn. Dijmin nikare vîna gelê azad jî bişikîne. Em ê bi moraleke mezin têkoşînê bidomînin û em ê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin.”

Di dawiyê de jî kurê apê şehîd Fayîq axivî û got: “Em bi şehîdên xwe serbilind in. Em ê li ser rêya wan bimeşin.”

ANHA