​​​​​​​Nexweşxaneya Avrîn dike ji xizmetê derkeve

Ji rêveberên Nexweşxaneya Avrîn a li kantona Şehbayê Dr. Azad Reşo bangewazî li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Xaça Xor a Navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku ambargoya li ser herêmê bi dawî bike. Metirsî hene ku di demeke nêz de ji ber nebûna sotemeniyê nexweşxane ji xizmetê derkeve.

​​​​​​​Nexweşxaneya Avrîn dike ji xizmetê derkeve
7 kanûn, 2022   09:56
ŞEHBA

Azad Reşo di peywendiya bi telefonê ya li gel ajansa me de hişyarî da ku Nexweşxaneya Avrîn li Şehbayê yekane ye û dibe ku di demeke pir nêz de ji ber nebûna mazotê û pênexistina jeneratoran ku kehrebeyê didin nexweşxaneyê, ji xizmetê derkeve.

Li Şehbayê nêzî 200 hezar kes ku hejmareke mezin ji wan koçberên ji Efrînê ne, dijîn.

Reşo diyar kir ku neçar mane hin emeliyatên lezgîn taloq bikin û da zanîn ku îro 4 emeliyat hatine paşxistin.

Reşo têkildarî beşa zarokan jî daxuyand ku ew êdî nikarin sobeyan li wê beşê pêxin, ev jî xetereyê li ser tendursitiya zarokan çêdike.

Reşo bi bîr xist ku derman û bi taybetî sîrom pir kêm in û 5 ambulans ji xizmetê derketine.

Dr. Azad Reşo bangewazî li Xaça Sor a Navneteweyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir ku ji bo bidawîkirina dorpêçê li ser Şehbayê bixebitin û hişyarî da ku eger ambargo dewam bike dê şêniyên kantonê û koçberên Efrînê bi karesatekê re rû bi rû bimînin.

(cx)

ANHA