​​​​​​​Li Minbicê civînên ji bo nirxandina geşedanên siyasî didomin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê civînên bi gel re yên ji bo nirxandina geşedanên dawîn didomîne.

​​​​​​​Li Minbicê civînên ji bo nirxandina geşedanên siyasî didomin
6 kanûn, 2022   13:54
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê, bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di roja duyemîn de civînên bi armanca nirxandina geşedanên dawîn ji gel re didomîne.

/ar/uploads/files/2022/12/06/132656_mna-alkhlf-e280ab28129e280ac-e280abe280ac.webp

Civîn li Meclisa Xeta Farat a li aliyê rojavayê bajarê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên gundê Eseleiyê hat lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama rêveber a Rêxistinên Civaka Sivîl Muna El Xelef geşedanên dawîn nirxandin.

Muna El Xelef bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û got, "Ev êriş ne nû ne, ji dema rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞʹê ve dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ji 19ʹê Mijdarê ve dewleta Tirk êrişên xwe li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Di van êrişan de navendên xizmetguzarî û binsaziya herêmê dike hedef. Armanc dike ku tirsê di nava welatiyan de belav bike da ku wan koçber bike, herêm vala bike û di encamê de qada dagirkeriyê xwe fireh bike."

Muna El Xelef îşaret bi helwesta hêzên cîhanê ya li hemberî van êrişan û wiha domand: "Me dît tevahî dewletên hegemonîk bi dewleta Tirk a dagirker re  di van gef û êrişan de hevkar in. Ji ber ku armanc û planên wan ên mêtîngeriyê li herêmê hene."

Endama rêveber a Rêxistinên Civaka Sivîl Muna El Xelef di dawiyê de got: "Divê em ji van geşedanan hayedar bin û hevgirtî bin, destekê bibin hêzên xwe yên leşkerî. Divê em têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin û bersiva hemû gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker bidin."

(bb)

ANHA