Saziyên fêrkirinê bombekirina erebeya mamosteyan şermezar kir

Li 4 navçeyên kantona Qamişloyê saziyên perwerde û fêrkirinê bombekirina erebeya mamaosteyan a li bajarê Qamişloyê şermezar kir û diyar kir ku armanc ji vê êrişê têkbirina proseya perwerdeyê ye.

Saziyên fêrkirinê bombekirina erebeya mamosteyan şermezar kir
6 kanûn, 2022   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Dibistanan a navçeya Tirbespiyê, Rêveberiya Dibistanan a navçeya Til Birak û xwendekarên Rimêlanê yên kantona Qamişlo bi daxuyaniyên cuda êrişa bombeyî ya li dijî erebeya mamsoteyan a li avahiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê şermezar kir.

TIRBESPIYÊ

Rêveberiya Dibistanan a navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê êrişên li ser sivîlan û saziyên fêrkirinê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endamên rêveber Semîha Remedan Osman û Fener Şakir Hisên ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de îşaret bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku ev êriş bi armanca têkbirina proseya perwerde û fêrkirinê ya herêmê ye.

TIL BIRAK

Di heman çarçoveyê de, Rêveberiya Dibistanan a navçeya Til Birak daxuyanî da. Endamê rêveber a Rêveberiya Dibistanan Mihemed El Zêdan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser herêmê bi giştî, zarok û dibistanan bi taybet hatin şermezarkirin.

Her wiha soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan hat dayîn.

RIMÊLAN

Li bajarokê Rimêlanê jî mamoste û xwendekarên dibistana amadeyî ya Şehîd Şîlan bi daxuyaniyekê ku ji aliyê xwendekar Rewan Ehmed ve hat xwendin. Ehmed êrişên dewleta Tirk a dagirker, êrişa bombeyê ya li dijî mamosteyan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker êdî şerê zanist û pênûsa ku rastiya wê eşkere dikin, dike.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku êrişên li ser zarokan rawestînin.

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QdEK5Vc8Zao" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>