Şaredariya Gel a Tebqayê projeyeke kanalîzasyonê bi dawî kir

Şaredariya Gel a Tebqayê projeyeke kanalîzasyonê ku destpêka meha borî dabû li 11 deverên bajêr destpêkirin bi dawî kir. Proje bi dirêjahiya 2 hezar û 300 metre ye.

Şaredariya Gel a Tebqayê projeyeke kanalîzasyonê bi dawî kir
5 kanûn, 2022   14:02
TEBQA

Şaredariya Gel a Tebqayê xebatên xwe yên rojane û projeyên xizmetguzariyê didomîne.

Şaredariyê projeyeke kanalîzasyonê ya bi dirêjahiya 2 hezar û 300 metreyan a li 11 deverên li bajarê Tebqayê bi dawî kir.

Hevserokê Nivîsgeha Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Tebqayê Ehmed El Îsa têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. El Îsa diyar kri ku tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê jî, lê ew xebatên xwe yên rojane didomînin.

El Îsa destnîşan kir ku torên kanalîzasyonê yên kevin hatin guhertin û yên nû û baştir hatin danîn.

/ar/uploads/files/2022/12/05/130716_ahmd-alaysa.webp

Têkildarî deverên ku proje lê pêk hatiye, El Îsa ev agahî parve kirin: “Li taxa yekemîn bi dirêjahiya 70 metreyan, taxa duyemîn 150 metre, rojavayê kolana Finûn 550 metre, taxa Cuma El Reyaş 175 metre, li xeta rojava ya otobîsê 375 metre, kolana Wadî Mehûk 180 metre, taxa El Fehid 200 metre, başûrê mizgefta El Rehman 200 metre, başûrê rojavayê Çerxerêya El Ecrawî 200 metre û kolana Himêdî El Dekan proje bi dirêjahiya 200 metreyan pêk hat.”

Di dawiya axaftina xwe de El Îsa got ku ew ê xebatên xwe yên xizmetguzariyê li Tebqayê û gundewarê wê bidomînin û wê di tu şert û mercan de dev ji xizmetkirina şêniyan bernedin.

(mh)

ANHA