Koçberên Serêkaniyê li dijî tecrîdê meşiyan

Koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li CPTʹyê kir ku erkên xwe bi cih bîne.

Koçberên Serêkaniyê li dijî tecrîdê meşiyan
5 kanûn, 2022   12:37
HESEKÊ

Koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî  ya li bajarê Hesekê bi meşekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meş ji ber navenda meclisa kampê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Bi rihê berxwedana Îmraliyê em ê komploya 9ʹê Cotmehê û dagirkeriyê têk bibin" vekirin û wêneyên rêber Abdullah Ocalah hidan. Her wiha  bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana Rêbert" û "Bimire xiyanet" berz kirin.

Meş veguherî mîtîngê. Endama Kongra Star a kampa Waşûkanî Îman Mamo axivî û diyar kir ku desthilata Tirk tecrîdê li ser rêber Ocalan giran kiriye da ku têkiliyên wî bi derve re qut bike.

Îman Mamo diyar kir ku tecrîda li ber çav û guhên hêzên navneteweyî tê meşandin, li dijî hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye.

Îman Mamo di dawiya axaftina xwe de bang li CPTʹyê kir ku erka xwe li hemberî rêber Abdullah Ocalan bi cih bîne.

Mîtîng bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA