Şandeya Katalonyayê bi Kongra Star re civiya

Şandeya Katalonyayê li bajarê Qamişloyê bi Kongra Star re civiya.

Şandeya Katalonyayê bi Kongra Star re civiya
5 kanûn, 2022   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Katalonyayê ya bi serokatiya parlamenter Robin Wansberg serdana navenda Kongra Star a li bajarê Qamişloyê kir. Şande ji aliyê endamên Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk a Kongra Star ve hat pêşwazîkirin.

Endamên komîteyê Rûken Ehmed û Menal Mihemed Kongre Star bi şandeyê re dane nasîn.

Di hevdîtinê de gelek mijar, wekî konfederaliya demokratîk, doza gelên bindest û bê welat û pirsgirêka demokrasiyê di sîstema netewedewlet de hatin nîqaşkirin.

Herdu aliyan girîngiya pêşxistina çalakî û têkiliyên hevbeş destnîşan kirin.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku şandeya Katalonyayê roja Şemiyê (3ʹyê Kanûnê) serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kombenda Efrîn a Civakî yên li Qamişloyê kirin.

(bb)

ANHA