Sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Hesen re hat xwestin

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Sîpan Hesen û destnîşan kirin ku dê li hember dewleta Tirk a dagirker li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

Sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Hesen re hat xwestin
5 kanûn, 2022   13:18
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Sîpan Hesen.

Gerîlayê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Sîpan Hesen (Serhed Rojava) di 29`ê Cotmehê de di bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de li çiyayê Asosê de şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de ku li pêşiya malbata şehîd Sîpan a li taxa Kornîş a Qamişlo hatiye lidarxistin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihsên Reşo axivî û sersaxî da malbata şehîd û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Reşo bal kişand ser fikrê rêber Abdullah Ocalan, bandora wî fikrî di xurttkirina giyanê welatparêziyê de û got: “Firkê rêber Ocalan hemû qeyd û sînor şikandin ku dagirker hewl didin ava bikin. Şehadeta şehîd Serhed Rojava di nav Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) de delîl e. Em soz dikin ku şopdarên rêya şehîdan xwe bin heta ku armancên wan pêk tînin.”

Endama rêveberiya Kongra Star a Qamişlo Menciye Heyder destnîşan kir ku ew dev ji rêgeza berxwedan û têkoşînê bernadin û got: “Em ê vê rêyê berdewam bikin. Em ji êrişên dijminan natirisin. Em ê rêya şehîdên xwe berdewam bikin.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da û got: “Berxwedan jiyan e, ev slogan me ye heta em serkeftinê bi dest dixin. Divê gelê herêmê li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî têkoşînê mezin bikin.”

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Yusif Kûtî got: “Destê hemû dewletan di van êrişan de hene. Gelê herêmê xwe dispêre vîn û hêzên xwe yên leşkerî.”

Bavê şehîd Sîpan jî Silêman Hesen got ew dê heta dawiyê li ber xwe bidin û tê bikoşin.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(şx)

ANHA