​​​​​​​Pêşangeha karên destan a kesên xwedî pêdiviyên taybet hat vekirin

Bi boneya Roja Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet a Cîhan pêşangeha yekemîn a karên destan li bajarê Minbicê dest pê kir. Di pêşangehê de karên destan hatin pêşandan û dê pereyên wê ji bo peydakirina pêdiviyên wan bê bikarbînin.

​​​​​​​Pêşangeha karên destan a kesên xwedî pêdiviyên taybet hat vekirin
​​​​​​​Pêşangeha karên destan a kesên xwedî pêdiviyên taybet hat vekirin
​​​​​​​Pêşangeha karên destan a kesên xwedî pêdiviyên taybet hat vekirin
​​​​​​​Pêşangeha karên destan a kesên xwedî pêdiviyên taybet hat vekirin
​​​​​​​Pêşangeha karên destan a kesên xwedî pêdiviyên taybet hat vekirin
​​​​​​​Pêşangeha karên destan a kesên xwedî pêdiviyên taybet hat vekirin
​​​​​​​Pêşangeha karên destan a kesên xwedî pêdiviyên taybet hat vekirin
​​​​​​​Pêşangeha karên destan a kesên xwedî pêdiviyên taybet hat vekirin
4 kanûn, 2022   14:36
MINBIC

Bi sponseriya Komîteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê bi boneya Roja Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet a Cîhanê, îro pêşangeha karên destan dest pê kir.

Bi dehan şêniyên Minbic, şandeya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl ên bajêr û xizmên kesên xwedî pêdiviyên taybet li konê pêşangehê ku li qada El Sae hatiye vedan, kom bûn.

Ciwana xwedî pêdiviyên taybet Xade El Casim pêşangeh vekir û paşê çalakiyên pêşangehê dest pê kirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nezîfe Xilo axivî.

Nezîfa Xilo behsa girîngiya vê pêşangehê kir û got: "Em dixwazin bi rêya mîna van çalakiyan, piştgiriya wan bikin. Em hemû dê destkvanê wan bin û qezenca pêşangehê dê pê projeyên din li dar bixin ku sûdê li kesên xwedî pêdiviyên taybet bike.”

 (dm)