Ji ber ambargoyê xebatên xizmetgûzarî û dewama dibistanan hat sekinandin

Ji ber ambargoya hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê û nebûna mazotê, hemû xebatên xizmetgûzariyê hatin rawestandin, dewama dibistanan jî heta hefteyekê hat sekinandin.

Ji ber ambargoyê xebatên xizmetgûzarî û dewama dibistanan hat sekinandin
Ji ber ambargoyê xebatên xizmetgûzarî û dewama dibistanan hat sekinandin
Ji ber ambargoyê xebatên xizmetgûzarî û dewama dibistanan hat sekinandin
Ji ber ambargoyê xebatên xizmetgûzarî û dewama dibistanan hat sekinandin
4 kanûn, 2022   10:35
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Hikumeta Şamê siyasetên xwe yên dijberî kantona Şehbayê didomîne, ambargoyeke giran li ser kantonê ferz dike û nahêle madeyên sotmeniyê, derman û madeyên xwarinê derbas bibin.

Ji beriya zêdetirî du mehan de, Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê ku li ser bendên li ketina kantonê bi cih dibin, dorpêç şidandiye.

DEWAMA DIBISTANA HAT SEKINANDIN

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ji ber nebûna mazotê wan dewama dibistanên li kantona Şehbayê ji îro de, heta hefteyekê daye rawestandin.

Bêrîvan destnîşan kir ku eger hikumeta Şamê ambargoyê dewam bike û nehêle sotmenî derbas Şehbayê bibe, dê sekinandina dewama dibistanan bê dirêjkirin.

Bêrîban diyar kir ku ambargoyê bandorek mezin li jiyana rojane ya xwendekar û şêniyan kiriye, ji lew re divê bê bidawîkirin.

XEBATÊN XIZMETGÛZARIYÊ HATIN RAWESTANDIN

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî ya herêma Efrînê Fayiq Ehmed jî têkildarî heman mijarê axivî û destnîşan kir ku ji ber nebûna sotmeniyê li kantonê hemû xebatên xizmetgûzariyê û di nav de jeneratorên kehrebeyê hatine rawestandin.

Ehmed bal kişand ku ji ber nebûna mazotê ya ku ji bo pêxistina jeneratoran û veguhestina avê ji bo şêniyan pêwîst e, sehrîcên avê jî ji xizmetê derketine

Ehemd hişyarî da ku eger ambargoya hikumeta Şamê ferz kiriye bidome, dê zêdetirî 200 hezar welatiyên li kantona Şehbayê bi karesatên mirovî re rû bi rû bimînin. Her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku ambargoyê bi dawî bike.

Li kantona Şehbayê nirxê lîtreyê mazotê eger bê peydakirin bi 7 hezar lîreyên Sûriyê ye, lîtreyê benzînê jî gihîştiye 15 hezar lîreyên Sûriyê, nirxê her tupên gazê jî zêdetirî 100 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Hikumeta Şamê ji beriya 4 salan de ambargoyê li ser kantona Şehbayê ferz dike û her sal bi hatina Zivistanê re ambargoyê dişidîne. Pêwîstiya kantonê her 15 rojan bi 60 sehrîcên mazotê heye, lê belê hikumeta Şamê her du mehan carekê tenê rê dida ku 20 sehrîc derbas bibin. Hêjayî gotinê ye ku li kantona Şehbayê 5 kampên koçberan hene, koçberên Efrînê û şêniyên resen ên kantonê jî lê bi cih dibin.

Ji beriya zêdetirî du mehan de ew rê nade ku sotmenî bi carekê derbas bibe.

Dihat payîn ku Rêveberiya Xweser a herêma EFrînê di Zivistanê de 200 sehrîcên mazotê li şêniyên Şehbayê û koçberan belav bike. Lê ji ber ambargoya hikumeta Şamê li ser kantonê ferz kiriye, nikarî mazotê peyda bike.

(cx)

ANHA