Bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê parkek li Minbicê hate vekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê parkek vekir.

3 kanûn, 2022   14:39
MINBIC

Di şahiya vekirina parkê de, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê, gelek nûnerên saziyên civaka sivîl û komeleyên taybet bi astengdaran li herêmê amade bûn.

Gerînendetiya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê dest bi avakirina vê parkê bi rûbera 4 domiman li kolana Rabîte kir.

Merasîma şahiya vekirinê ji hêla ciwana astengdara Sêvî Fewaz Hemam dest pê kir.

Di şahiya vekirinê de Hevseroka Gerînendetiya Jîngehê Yusra Besel vekirina parkê li şêniyan pîroz kir û wiha got: "Ji dema gerînendetiya jîngehê hatiye avakirin ve erkên xwe yên exlaqî û jîngehê li hember jîngeh û civakê dewam dike. Her wiha armanca din a vekirina parkê rûbera şînkahiyê zêde bibe. Ji ber di demên berê de ziwabûn û talankirinê hebû."

Yusra wiha domand: "Em îro ji bo vekirina Parka Rabît li vir in, da ku diruşma "Biçîne qut neke, park mala me ye" bikin nasnameya xwe û ji cîhanê û destdirêjan re peyamekê bişînin ku em aştîxwaz û azadîxwaz in û em welatan ava dikin, ne talan dikin."

Çalakî bi çandina 60 şitilên daran ji hêla zarokên astengdar ve bi dawî bû.

ANHA