​​​​​​​Ji ber ambargoyê şêniyên Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di tarîtiyê de ne

Hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser kantona Şehbayê ferz dike. ji ber nebûna made mazotê, jeneratorên ku kehrebeyê didin ji xizmetê derketine û kehrebe bi temamî li ser şêniyan hatiye qutkirin.

​​​​​​​Ji ber ambargoyê şêniyên Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di tarîtiyê de ne
3 kanûn, 2022   16:05
ŞEHBA

 Li kantona Şehbayê zêdetirî 200 hezar koçberên Efrînê dijîn. Hikumeta Şamê li ser kantonê û li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmqsûd ên bajarê Helebê ambargoyeke giran ferz kiriye, bendên wê yên kontrolê nahêlin ku madeyên sereke û di nav de sotmenî derbas bibin.

Desteya Şaredariya Herêmî ya kantona Şehbayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji ber nebûna mazotê hemû jeneratorên kehrebeyê li kanotnê wê ji îro de bên rawestandin.

Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê nahêle sotmenî derbasî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd jî bibe, ji lew re jeneratorên li wan taxan jî hatine rawestandin. Ev tê wateya ku şêniyên li Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê şevên tarî derbas bikin.

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir berê ji ajansa me re axivîbû û hişyarî dabû ku eger ambargoya li ser koçberên EFrînê û şêniyên Şehbayê bidome, dê karesateke mirovî rû bide.

Di daxuyaniya desteyê de hat diyarkirin ku heta mazot tê peydakirin dê jenerator sekinî bin.

(cx)

ANHA