Meclisa Ciwanên Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê civîna xwe ya duyemîn li dar xist

Bi diruşma "Bi pêşengtiya ciwanan em ê tolê şehîdên xwe hilînin û pêşeroja xwe ya azad misoger bikin" Meclisa Ciwanên Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê civîna xwe ya duyemîn li dar xist û got divê enerjî û rola ciwanan werin aktîfkirin.

Meclisa Ciwanên Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê civîna xwe ya duyemîn li dar xist
3 kanûn, 2022   14:28
REQA

Di civînê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê û endamên Desteya Ciwan û Werzîşê amade bûn.

Di civînê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Elî Mihemed wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker şer îlan kiriye ku Osmaniyê vegerîne. Her wiha li pêş çavên cîhanê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binesaziya wê bombebaran kirin."

Mihemed wiha domand: "Em dizanin ku dewleta Tirk a dagirker ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire. Divê ciwan bi şervanên QSD′ê re bisekinin û êrişên têk bibin."

Berdevkê Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq Îsmaîl wiha domand: "Em ê di têkoşîna xwe de ku şehîdên me bi berxwedanê bi rê ve biriye dewam bikin û nahêlin dewleta Tirk a dagirker vîna me têk bibe."

Mihemed wiha pê de çû: "Em dizanin ku gelê me dikare li hember van êrişan bisekine û bi wê re em QSD′ê û hêzên me yên li eniyên şer silav dikin."

Piştî axaftina bi dawî bûn, endama Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fude El Meşleb rapra sale ya meclisê ya du salan û rapora rêxistinî xwend.

/ar/uploads/files/2022/12/03/132528_mjls-shbab-alrqh-bhzb-swrya-almstqbl-yaqd-ajtmaah-almwsa-althany-fy-alrqh-28129.webp

Dûre deriyê hilbijartinê li pêş beşdaran hate vekirin û bi dengdayîna yekser Muwefeq Îsmaîl wek berdevkê Meclisa Ciwanên Reqayê û Fuda El Meşleb cîgira berdevk û 17 endamên meclisê hatin hilbijartin.

Civîn bi xwendina encamaneyan ji hêla Muwefeq Îsmaîl ve bi dawî bû:

Xebat li ser ektîfkirina enerjî û rola ciwanan a siyasî were kirin.

Divê ciwan beşdarî hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin û beşdarî xebata siyasî ya bi çavdêriya NY′yê ya bi jimara 2254′an bin.

Şêweyê rêveberiya heyî Sûriyeke demokratîk ya pirrengî ya nenavendî be û divê rola ciwnana tê de mezin û aktîf be.

Xebat li ser bidawîkirina dagirkerên li Sûriyê bi taybet dagirkeriya Tirk were kirin.

ANHA