​​​​​​​Şehîdên komkujiya Til Rifetê hatin bibîranîn

Rêveberiya Xwesr a herêma Efrînê şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anîn û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga geşkirina berxwedanê li gelê herêmê kir.

​​​​​​​Şehîdên komkujiya Til Rifetê hatin bibîranîn
2 kanûn, 2022   13:37
ŞEHBA

Bi dehan endamên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê û malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê li cihê komkujiyê kom bûn ku beriya 3 salan dewleta Tirk a dagirker li aliyê rojava yê navçeyê pêk anîbû û daxuyanî da.

Endamê Meclisa Qanûsaz a Herêma Efrînê Mihemed Beko bi zimanê erebî û endama meclisê Lîna Xelîl bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku qetilkirina zarokên koçberên Efrînê yên li Til Rifetê sûcekî şer  û hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hîna jî dijminahiya xwe ya li hemberî gelên herêmê û planên xwe yên ji bo têkbirina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin de berdewam e.

Di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Til Rifetê hatin bibîranîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê hatin şermezar kirin. Her wiha bang li gelên herêmê hate kirin ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedanê geş bikin.

ANHA