​​​​​​​CPT: Di êrişa li ser Şarbajêr de welatiyek şehîd bû, 2 jî birîndar bûn

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê (CPT) ragihand ku ji ber êrişa dewleta Tirk ya li ser herêma Şarbajêr welatiyek şehîd bûye û du welatiyên din ên sivîl jî bi giranî birîndar bûn.

​​​​​​​CPT: Di êrişa li ser Şarbajêr de welatiyek şehîd bû, 2 jî birîndar bûn
2 kanûn, 2022   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Gelale ya ser bi bajarokê Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê bombebaran kirin.

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê (CPT) der barê êrişa dewleta dagirker de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî rêxistina CPT’iyê, ji ber êrişa balafirên şer yên dewleta Tirk ya ser bajarokê Mawet, welatiyê bi navê Ezîz Mihemed Resul Şehîd bûye.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Di encama êrişê de du welatî jî bi giranî birîndar bûne. Hemu kesên şehîd û birîndar bûne, xelkê gundê Qamiş ya ser bi bajarokê Şarbajêr ya Silêmaniyê ne.ʹʹ