Dosyaya derbarê êrîşên kîmyewî de tê amadekirin

Yekitiya Parêzeran û Komeleya Mafê Mirovan der barê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de dosya amade dike.

Dosyaya derbarê êrîşên kîmyewî de tê amadekirin
2 kanûn, 2022   05:46
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Yekîtiya Parêzeran û Komeleya Mafê Mirovan ên Herêma Cizîrê piştî serlêdana malbata gerîlayê HPG’ê Osman Ebdê (Serdem Agirî) ku di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewelat Tirk a dagirker de şehîd bûbû, dest bi amadekirina dosyaya têkildarî êrîşên kîmyewî kirin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) di 18`yê Cotmehê de eşkere kir ku 17 gerîla bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne. Di nava gerîlayên şehîd bûne de 5 ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Piştî daxuyaniya NPG’ê, malbata gerîlayê şehîd Serdem Agirî bang li hiqûqnas û saziyên mafên mirovan kiribû ku vekirina doza derbarê dewleta Tirk a dagirker de destek bidin wan.

Li ser banga malbatê, Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyan eşkere kirin ku ew ê li ser navê malbatê hewldanên pêwîst bikin.

Yekîtiya Parêzeran û Komeleya Mafê Mirovan biryar girtin ku derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve û serlêdana ji bo saziyên têkildar ên navnetewî de, bi hev re kar bimeşînin û dosya amade bikin.

Girêdayî mijarê Endamê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Neîmî ji ajansa me re axivî.

Mihemed Emîn Neîmî diyar kir ku wan dest bi amadekirina dosyaya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî kiriye û ev agadî dan: “Dosya wê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medya û Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bigire nava xwe. Ji gelek aliyan ve tê hazirkirin. Ji malbat, kesayetên serbixwe û rojnamevanan belge gihîştine destê me. Belge û dîmenên ku HPG û Gerîla Tv weşandine jî emê bikar bînin.”

Endamê Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn Neîmî da zanîn ku ew ê dosyayê di demeke nêz de bidawî bibin û pêşkêşî rêxistinên qedexekirina çekên kîmyewî, saziyên mafên microvan û Neteweyên Yekbûyî bikin. Mihemed Emîn Neîmî got ku ew ê li Dîwana Edaletê ya Lahey jî giliya dewleta Tirk bikin.

ANHA