Rûspiyên eşîrên Ereb: Projeya terorîstî ya dewleta Tirk li dijî her kesî ye

Rûspiyên eşîrên Ereb êrişên dewlet Tirk a dagirker şermezar kirin û got êrişên wê li dijî her kesî ne û divê li hember dewleta Tirk helwesteke xurt hebe.

Rûspiyên eşîrên Ereb: Projeya terorîstî ya dewleta Tirk li dijî her kesî ye
2 kanûn, 2022   06:00
HESEKÊ-BASIM EL DEXÎL

Bertekên tund ên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê li dijî herêmê dewam dikin.

Rûspiyên eşîrên Ereb ên li navçeya Şedadê ya Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Rûspiya eşîra El Mulhim, Mêzer El Sultan li ser van êrişan got: "Erdogan bi rêya êrişên xwe yên li dijî herêmê xwest krîza xwe ya hundirîn derxe derve. Di êrişan de sivîl û binesazî hatin kirin hedef da ku gelên herêmê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) lawaz bikin. Lê ev hewldan bi saya QSD′ê ku nûnerê rewa yê yekaneyê tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi bin ketin."

El Sultan wiha domand: "Eşîrên Ereb bi QSD′ê re ne, ji bo parastina xakê hevgirtî û yek in."

Rûspiya eşîra El Fadil, Menaf El Reca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û ev tişt got: "Bi awayekî yekser êriş li dijî sivîlan bûn, lê em xurt in û vîna me azad e, dev ji projeya xwe ya demokratîk bernadin û dirûşma me ya yekane serkeftin e û nahêlin dewleta Tirk hurmeta xaka me binpê bike."

′KAOLÎSYONA NAVNETEWEYÎ XAKA ME NAPARÊZE′

Rûspiyê eşîra El Mehasin jî Silêman El Derwîş jî bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir û got: "Kaolîsyona Navneteweyî xaka me naparêze, lê ji bo pêkanîna armancên xwe hatine herêmê."

El Derwîş wiha domand: "Mîsogeriya yekane ya pêkanîna serkeftinê em eşîr û pêkhateyên herêmê piştgiriya hev bikin û li dora hêzên xwe yên leşkerî bicivin û li hember êrişên muhtemel bisekinin."

El Derwîş wiha li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk di êrişên xwe de Ereb, Kurd, xiristiyan û Suryanan ji hev cuda nake, projeya wê ya terorîst li dijî her kesî ye."

El Derwîş helwesta hikumeta Şamê şermezar kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê hikumeta Şamê helwesteke tund nîşan bibe û divê bi daxuyaniyan neke. Ji ber ku daxuyanî welatî û hurmeta Sûriyê naparêzin."

(fr)

ANHA