​​​​​​​Li Lubnanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hemleya piştevaniyê

Lêkolîner û rojnamevanên ji Lubnanê destnîşan kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qirkirina komî û sûcên şer pêk tîne û banga destpêkirina hemleyeke berfireh a piştevaniyê û belgekirina sûcên dewleta Tirk kir da ku pêşkêşî NY`ê û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bikin.

​​​​​​​Li Lubnanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hemleya piştevaniyê
2 kanûn, 2022   04:44
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji bo tunekirina jêderên jiyana welatiyên herêmê, hedefgirtina binesaziyê û saziyên xizmetguzariyê, perwerdeyê û cihên petrolê didomîne.

Dewleta dagirker gelek gund û bajar kirin hedef, di encamê de gelek welatî şehîd bûn. Di heman demê de rayedarên dewleta Tirk gefên dagirkeriyeke nû dixwin.

‘QIRKIRINA KOMÎ’

Lêkolînerê siyasî û şîrovekarê lubnanî Sîroj Ebîkiyan têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Ebîkiyan diyar kir ku dewleta Tirk beriya niha jî 3 mewsimên genim şewitandine, ava vexwarinê li ser herêmên Kurd, Suryan û Ermenan, bi taybet li Qamişloyê biriye, rê girtine, çûn û hatin asteng kiriye û bi rêya terorîstên ku ew yekser wan bi rê ve dibe, her tim gef xwarine.

Ebîkiyan diyar ku armanc ji êrişên dewleta Tirk, dûrxistina Kurdan ji sînorên başûrê Tirkiyê ye, bi wê yekê jî dê bi hundirê Tirkiyê re mijûl bibe. Ebîkiyan êrişên dewleta Tirk wek qirkirina komî nirxandin û bal kişand ser lihevkirina qedexekirina sûcê qirkirina komî ya NY`ê û got: “Raphael Lemkin li ser kar kir, wî xwe spart qirkirina komî ya Ermenan û Holokosta Cihûyan. Di madeya duyemîn a lihevkirinê de qirkirina komî wekî kuştina endamên komekê û xistina wan di bin mercên jiyanê de ku pê hebûna wan bi qismî yan bi temamî tune bikin, pênase dike. Li gorî lihevkirinê, yên ku qirkirina komî pêk tînin, yên ku bi awayekî yekser û eşkere teşwîq dikin û yên ku hewl didin pêk bînin, tên cezakirin. Ji lew re Tirkiye sûcdar e.”

Ebîkiyan têkildarî Rêveberiya Xweser got ev tiştekî asayî ye ji bo ku xwe biparêzin û diyar kir ku Rêveberiya Xweser hatibe naskirin an nehatibe naskirin, êrişên dewleta Tirk ku pê hewl dide gelê Kurd li van herêman tune bike û gel bide koçberkirin, ne rewa ne.

Ebîkiyan da zanîn ku komeleyên hiqûqî mijarê polîtîze dikin û “dewleta Sûriyê” nikare gelê xwe yê li wan herêman biparêze, ji lew re divê Kurd xwe bi xwe xwe biparêzin.

Ebîkiyan xîtabî komeleyên hiqûqî kir û got: “Ma mafê Kurdan ê jiyanê tune ye û ji qanûnên navneteweyî û qaûnên mafên mirovan bê par in? Divê civaka navneteweyî bikeve tevgerê, xwe ji berpirsiyariyên xwe nede alî, divê dûrî berjewendiyên hevbeş bi Tirkiyê re, sînorekî ji Erdogan re deyne.”

SÛCÊN ŞER

Çalakvan û rojnamevanê ji Lubnanê Mehmûd Feqîh jî destnîşan kir ku Tirkiye li hember Kurd û sûriyeyiyan sûcên şer dike û di her fersendê de dixwaze ku Kurdan qir bike, roleke wan a pêşeng biçewisîne û got: “Me berê jî kiryarên wê li Başûrê Kurdistanê dîtin.”

Feqîh da zanîn ku wekî azadîxwaz û alîgirên dozen gelan, divê ew sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan belge bikin, dest bi hemleyeke berfireh a piştgiriyê bikin ku tevahî saziyên Kurdan ên li cîhanê û saziyên hiqûqî yên Ereban û navneteweyî beşdar bibin da ku binpêkirinên Tirkiyê bixin rojeva Konseya Ewlehiyê ya NY`ê û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî.

(cx)

ANHA