Rêveberiya Xweser helwesta şêniyan silav kir û banga hişyarbûnê kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin, di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser bang li şêniyên herêmê kir ku amade û hişyar bin û bi şerê çapemeniyê bandor nebin.

Rêveberiya Xweser helwesta şêniyan silav kir û banga hişyarbûnê kir
2 kanûn, 2022   03:29
KOBANÊ

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Nîhad Ehmed hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ji ajansa me re destnîşan kir ku helwesta gelê herêmê cihê serbilindiyê ye û bang li şêniyan kir ku ji bo dema bê amade û hişyar bin û bi şerê çapemeniyê bandor nebin.

BINPÊKIRIN Û SÛC

Dewleta Tirk a dagirker ji şeva 19-20’ê Mijdarê ve êrişên xwe zêde kirine û herêm bi balafirên şer, balafirên bêmirov, tank, top û mûşekan hedef digire. Di ecamê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn, yek ji wan jî nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah e.

Her dewleta Tirk a dagirker di topbarana xwe de binesazî, avahiyên xizmetguzariyê, kargehên petrol û enerjiyê wek kargeha gazê ya Siwêdiyê û gelek stasyonên komkirina petrolê yên Tirbespiyê, nexweşxaneyek û navendeke tenduristiyê li Kobanê hedef girtin.

Dewleta Tirk a dagirket bi dehan gund, bajarok û bajar topbaran kirin û hewl dide bi vî awayî şêniyan koçber bike û li dijî wan komkujiyan pêk bîne. Lê ev sûc û kiryarên wek “sûcên dermirovî” û “sûcên şer” tên sinifandin.

Nîhad Ehmed wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker di gef û êrişên xwe de cidî ye, eger jê re derfet bê vekirin dê êriş bike. Ji ber ku AKP’ê di Kurdan û projeya wan a demokratîk de dawiya xwe dibîne. Ji ber wê hewl dide hemû aliyan razî bike da ku li dijî herêmê dest bi êrişê bike.”

GIRÎNGIYA AMADEBÛNÊ

Ehmed wiha domand: “Helwesta gel cihê serbilindiyê ye, lê divê bi şerê çapemeniyê bandor nebe. Divê ji bo her tiştî amade be. Her wiha divê piştgiriyê bide şervanên xwe, gava bajar û niştecih bêne topbarankirin divê ji malê dernekeve.”

Der barê amadekariyên Rêveberiya Xweser a ji bo rewşên şer û yên awarte de, Ehmed got: “Rêveberiya Xweser berî mehekê Şaneya Kirêzê damezirandin, da ku amadekariya rewşên awarte bike û derman, xwarin û avê peyda bike û nexweşxaneyan amade bike, ev tişt hemî êdî amade ne.”

Di dawiya axaftina xwe de, Nîhad got: “Peyama me ji kesên xwedî bandor re yên di doza Sûriyê de, şerê ku li herêmê biqewime dê her kes tê de zirarê bibîne. Bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê di girtîgehan de hene û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berê gotibû ku eger şer dest pê bike dê bala xwe tenê bide têkbirina êrişan. Wê demê pirsgirêk dê kûrtir bibe û dewlet êdî nikarin çareser bikin.”

(mh)

ANHA