​​​​​​​`Dewleta Tirk piştî derketina hêzên Amerîkayê êriş kir`

Du kesên ji komkujiya Dêrikê filitîne, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku hêzên amerîkî ji cihê bûyerê derketine, êriş kir. Her wiha destnîşan kirin ku pêwîst e hesab ji Tirkiyê were pirsîn ji ber sûcên ku li herêmê pêk tîne.

​​​​​​​`Dewleta Tirk piştî derketina hêzên Amerîkayê êriş kir`
1 kanûn, 2022   23:43
QAMIŞLO – KULSÛME ELÎ

Di 19’ê Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo komkujiyek pêk anî. Dema şênî li devera ku balafira şer a dagirker Tirk hedef girtiye kom bûn da ku birîndaran bibin nexweşxaneyê, dewleta Tirk a dagirker ew hedef girtin.

Di encama vê komkujiyê de 11 sivîl şehîd bûn; Hisên Elî – Çîçek Harûnî – Hîlal Qasim – Hediye Ebdullah – Ubêd Xalid – Mehmûd Elî – Fayiz Ebdullah – Nûrî Çiftecî – Hisên Xilto – Mazin Osî û nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên bi dest ketine, her 6 birîndar ji herêma Koçerat a navçeyê ne û niha rewşa wan a tenduristiyê baş e. Navên wan wiha ne: Nezîr Jiwêl (60), Seîd Cangîr (30), Mihemed Hewas (26), Wesf El Dîn (30), Metîn Giro (20) û Andok Elî (35).

 “PIŞTÎ ÇÛYÎNA HÊZÊN AMERÎKÎ BI ÇEND DEQEYAN EM HATIN TOPBARANKIRIN”

Yek ji kesên ji komkujiyê filitîne ku bi xwe hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê ye Mihemed Ebdurehîm bûyerên wê şevê ji ajansa me re bi bîr xistin û got: “Derdora saet 12:00`ê bi şev, artêşa Tirk a dagirker li dijî stasyona kehrebeyê ya gundê Teqil Beqil a ku kehrebe dida herêma Koçerat êrişeke hewayî pêk anî, piştre me berê xwe da wî cihî ji bo em şehîd û birîndaran rakin.”

Ebdurehîm wiha domand: “Piştî ku em gihîştin cihê êrişê, me bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina binesaziya herêmê şermezar kirin. Piştre hêzên Amerîkî hatin heman cihî, leşkerek ji erebeyê peya bû û li telefona xwe nêrî û piştre hemû bi lez çûn, piştî çûyîna wan bi çend deqeyan balafirên dewleta Tirk a dagirker şêniyên kombûyî careke din hedef girtin. Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, dermirovî ne.”

HEDEFGIRTINA ŞÊNIYAN

Her wiha, ji yên ji komkujiyê filitîne welatiya bi navê Şêrîn Ferho ye ku destnîşan kir ku divê dewleta Tirk a dagirker li ser pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên herêmê were cezakirin.

Şêrîn got: “Dema ku me birîndarên topbarana dewleta Tirk a li dijî stasyona kehrebeyê radikirin, balafirên dewleta Tirk a dagirker li ezmanan digeriyan û dest bi topbaranê kir, min xwe di kortekê de veşart, gelek kes şehîd bûn. Heta ez sax im ez wan dîmenan ji bîr nakim, piştî ku balafir dûr bûn min xwe gihand gundê Beroc.”

(mh)

ANHA