​​​​​​​Ferzende Munzir: Redkirina hevdîtinê, ji bo gelan peyameke ku asta têkoşînê mezin bikin

Berdevkê Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzir destnîşan kir ku redkirina hevdîtina CPT`iyê ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd peyameke ku divê têkoşînê li hemû qadan mezin bikin.

​​​​​​​Ferzende Munzir: Redkirina hevdîtinê, ji bo gelan peyameke ku asta têkoşînê mezin bikin
2 kanûn, 2022   00:45
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ev 20 meh in agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayê girtin ku di tecrîda herî xirab de di girtîgeha Îmraliyê de dîl hatiye girtin. Heta hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hatine qedexekirin.

Piştî bangewaziyên cîhanî û xwecih ji bo ku rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bibe, şandeyeke CPT`iyê dema di navbera 20 û 29`ê Îlonê de serdana girtîgehên dewleta Tirk a dagirker kir, da ku şert û mercên di girtîgehan de bişopînin. Komîteyê piştre got, dê rapora xwe ya têkildarî serdanê di Adara 2023`yan de eşkere bike.

ÎMRALIYÊ DI DÎROKÊ DE BI NAV Û DENGEKÎ XIRAB E

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya Menîfestoya Şaristaniya Demokratîk-doza kurd û çareseriya netewa demokratîk) de wiha li ser jiyana xwe ya di girtîgehê de nivisiye: “Girava Îmraliyê di dîrokê de bi nav û deng e. Ji ber ku li vir rayedarên payebilind ên dewletê hatine cezakirin. Avhaweya vir hem gelekî nedawî ye, hem jî gelekî hişk e. Ew xisleta wê heye ku binyeya mirov ji aliyê fizîkî ve têk bibe.”

Di vê dawiyê de Nivîsgeha Serdemê ya Hiqûqî di 29`ê Mijdarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî agahiyên bi dest xistine, di serdana CPT`iyê ya Îlona 2022`yan de ya ji bo Îmraliyê, rêber Ocalan derneketiye hevdîtinê. Nivîsgehê metirsiyên xwe têkildarî rewşa rêber Ocalan anîn ziman.

CPT LI HEMBER DOZA RÊBERTÎ ERKA XWE NEANÎ CIH

Têkildarî mijarê, berdevkê Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzir ji ajansa me re axivî û balkişand ser girîngiya rola komîteyê ji bo parastina girtiyan û got: “Komîte, saziyeke Meclisa Ewropayê ye ku ji bo ku rê li pêşiya îşkenceyê bigire, têkildarî danûstandina bi dilgirtiyan re lêpirsînê çêke, piştgiriya wan û parastina wan bike. Ji mafê wê ye ku serdana dewletan bike ku li ser peyman û qanûnên Meclisa Ewropayê îmze kirine, beyî ku destûrê pêş de bibin.”

Munzir diyar kir ku komîte berpirsê rewşa rêber Abdullah Ocalan e lê ruxmî derbasbûna 23 salan û tevî ku 9 caran serdana Îmraliyê kiriye, lê bi awayekî baş bi rola xwe ranebûye. Wek bersiv, rêber Ocalan helwestek li hember serdana wê ya dawî nîşan da ji ber ku tu sûda wê tune ye.

Der barê sedemên vê helwesta rêber Abdullah Ocalan de Munzir got: “Komîteyê bi erka xwe ranebû, ji ber wê rêbertî serdana wê red kir, ruxmî ku di mijara bidawîkirina tecrîdê û çareserkirina doza wî de dikare fişarê li dewleta Tirk û Meclisa Ewropayê bike.”

TECRÎDA GIRANKIRÎ GIHAŞTIYE ASTA HERÎ JOR A ÎŞKENCEYÊ

Munzir wiha pê de çû: “Piştî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan bi mehekê, tam di 2`yê Adara 1999`an de, CPT`iyê serdana Îmraliyê kir. Di rapora serdana 5`ê Gulana 1999`an de pêşnûme têkildarî binpêkirinên li dijî rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de têne kirin ji hikumeta Tirk re nivisî. Her wiha got nabe Abdullah Ocalan tenê di girtîgehê de were hiştin û wê demê got; ew bi tenê di cihekî de ku kes lê nîne û li gel rewşeke ewlehiyê ya girankirî hatiye hiştin.  Şert û mercên wir bi awayekî neyînî bandor li tenduristiya birêz Ocalan dikin. Divê tedbîr werin girtin da ku ev wisa dewam neke. Di 2003`ê de komîteyê pişt ku serdana Îmraliyê kir raporek têkildarî rewşa rêbertî derxist. Tê de bibîr xist ku dewleta Tirk hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan heta 3 mehan qedexe kiriye û got ev wisa nabe. Lê mixabin, ji 20 mehan ve hevdîtin bi rêbertî re pêk nehatiye. Ev tê wateyê ku tecrîd gihaştiye asta herî jor a îşkenceyê.”

PEYAMA RÊBER OCALAN JI BO GELAN

Her wiha Munzir siyasetên CPT`iyê û nepêkanîna erka xwe li hember doza rêber Ocalan bi “Xepandin” wesifand û got: “Komîteyê heta niha li hember rêbertî erka xwe pêk neaniye. Ev tê wateya ku komîte xizmeta berjewendiyên siyasî ya rejîma Tirk dike. Ji ber wê rêbertî hevdîtina bi komîteyê re red kiriye.”

Munzir wiha berdewam kir: “Redkirina hevdîtinê ji aliyê rêbertî ve, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê û kurdan peyameke ku têkoşînê li hemû qadên siyasî, qanûnî û civakî mezin bikin. Her wiha ji raya giştî û rêxistinên cîhanê re nameyeke ku berpirsyariyên xwe bînin cih û tecrîda girankirî bi dawî bikin.”

PIŞTÎ QEBÛLKIRINA DOZÊN LI DIJÎ YEWNANISTANÊ, PÊŞBINIYÊN BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ

Munzir behsê kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dozên ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya parêznameyên xwe li dijî Yewnanistanê vekiriye, qebûl kiriye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Heke doz berdewam bike, dê tecrîda girankirî bi dawî bibe û heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were. Ji ber ku li gorî rêgez û qanûnên Ewropayê, ji mafê her kesî ye ku mafê penaberiya siyasî bi kar bîne dema jiyana wî/ê bikeve xetereyê.

Li gorî madeya 14`an a ragihandina cîhanî ya mafên mirovan; her kes dikare penaberiyê daxwaz bike û li welatên din bi kar bîne, dema di welatê xwe de yê zikmakî were çewisandin. Ji zêdetirî nîv serdemekê ve Ewropayê ev maf daye kesên çewisandî piştî ku lihevkirina Cinevê di 28`ê Tîrmeha 1951`an de ya têkildarî rewşa penaberan, erê kir.

(şx)

ANHA