​​​​​​​Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser geşedanên siyasî yên dawîn gotubêj kirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawyîn civîneke awarte li dar xist. Her wiha teqez kir ku Rêveberiya Xweser amade ye li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bide.

​​​​​​​Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser geşedanên siyasî yên dawîn gotubêj kirin
​​​​​​​Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser geşedanên siyasî yên dawîn gotubêj kirin
​​​​​​​Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser geşedanên siyasî yên dawîn gotubêj kirin
​​​​​​​Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser geşedanên siyasî yên dawîn gotubêj kirin
​​​​​​​Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser geşedanên siyasî yên dawîn gotubêj kirin
​​​​​​​Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser geşedanên siyasî yên dawîn gotubêj kirin
1 kanûn, 2022   17:14
REQA

Di civîna ku li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê li dar ketiye de hevseroka Meclisa Giştî Sîham Qeyro axivî. Her wiha bernameya civînê parve kir. Piştre endaman îstîfaya hevserokatiya Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser erê kir û Dr. Mihemed Şewqî ji bo hevserokatiya Desteya Aborî hilbijart. Her wiha endamên meclisê Hûriye Ehmed El Şiblî ji bo nûnertiya Meclisa Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqayê hilbijart.

Di civînê de geşedanên siyasî yên dawîn hatin gotubêkirin. Piştî wê, cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê axivî û got: “Ji 10 salan ve Erdogan got ger pergala El Esed bimîne tu çareserî ji bo doza gelê Sûriyê nîne. Bi berdewamkirina aloziyê re, bertekên Tirkiyê li hemberî rejîmê berdewam kirin. Niha jî dixwaze pê re rûne. Lê rejîm qebûl nake heta ku şertên wê pêk bîne ku opozîsyona di hemêza Tirkiyê de yanî komên Îtîlafê, radestî wê bike. Lê Tirkiyê li beramber wê dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrol bike da ku rê li pêşiya rejîmê veke ku van herêman vegerîne.”

Emîne diyar kir ku ji bo Erdogan, helwestên navneteweyî û herêmî ne girîng in û ji bo hilbijartinên Tirkiyê bi dest bixe, çi ji destê wî were dê bike ji ber wê ragihand ku dê Minbic, Til Rifet û Kobanê dagir bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Armanca wî ji her herêmekê heye, ew ji dagirkirina Kobanê ku bûye sembola berxwedanê, armanc dike ku raya giştî ya Tirkiyê di hilbijartinan de qezenc bike.”

Emîne wiha pê de çû: “Dewletan got wan rê nedaye vê operasyonê, lê Erdogan ragihand ku ew destûrê ji kesî nagire. Ji van daxuyaniyan diyar dibe ku parlamento û gelê Tirk ji vê êrişê nerazî ne. Li ser sînor jî, tu tevgerên leşkerî yên Tirkiyê tune ne. Ev rave dike ku nakokiyên di navbera koman de hene ku dewleta Tirk bi rêya wan hewl dide herêmên me dagir bike.”

Têkildarî helwestên navneteweyî, Emîne Osê got Çîn, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û heta Îran daxuyanî dan û wiha anî ziman: “Hemûyan behsa encamên vê êrişê kir. Jê reva çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ji girtîgehan û kampan. Heke dewleta Tirk êriş bike, dê dîsa çalak bibin û dê li ser ewlehiya navneteweyî û cîhanî xetere bin.”

Emîne Osê di dawiyê de got: “Rêveberiya Xweser ji hemû aliyan ve amade ye li hember êrişên li ser herêmê li ber xwe bide.” 

ANHA