​​​​​​​Di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn-HATE NÛKIRIN

Droneke kamîkaze ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Koranê yê Kobanê nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê kir hedef. Li gorî agahaiyên destpêkê 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn-HATE NÛKIRIN
1 kanûn, 2022   10:01
KOBANÊ

Droneke kamîkaze ya dewleta Tirk a dagirker nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Koranê yê rojhilatê bajarê Kobanê bombebaran kir.

Li gorî aghaiyên destpêkê, di encama bombebaranê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Navên her du leşkerên birîndar wiha ne; Fadî Yehya (37) û Mihemed Kemal Cemûl (29).

Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Kobanê tên dermankirin.

(bb)

ANHA