Parlamenterekî Iraqê: Dewleta Tirk zêdetirî 10 hezar êriş li ser Iraqê pêk aniye

Parlamenterê Iraqê diyar kir ku Tirkiye zêdetirî 10 hezar êriş li ser sînorên Iraqê pêk aniye û got, ji bo rawestandina êrişan divê Iraq bazirganiya bi Tirkiyeyê re bide rawestandin.

Parlamenterekî Iraqê: Dewleta Tirk zêdetirî 10 hezar êriş li ser Iraqê pêk aniye
1 kanûn, 2022   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistan û xaka Iraqê bênavber dewam dikin. Parlamenterê Iraqê Mihemed Şemerî der barê êrişan de ji Rojnews re axivî.

Mihemed Şemerî destnîşan kir ku dewleta Tirk zêdetirî 10 hezar caran êrişê ser sînorên Iraqê kiriye û wiha axivî; “Divê kikumeta Iraqê dijî Tirkiyeyê kerta dîplomasî û aborî bikarbîne. Ger Iraq bazirganiya bi Tirkiyeyê re bide rawestandin, wê ziyanek mezin ya aborî bi bigihe Tirkiyeyê.”