​​​​​​​Ciwanên Tebqayê amade ne li kêleka QSD`ê şer bikin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Tebqayê destnîşan kirin ku ew amade ne li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şer bikin.

​​​​​​​Ciwanên Tebqayê amade ne li kêleka QSD`ê şer bikin
30 mijdar, 2022   13:37
 TEBQA

Têkildarî mijarê, endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Dîya Mihemed li pêşiya Navenda Şehîd Hanî El Ilês daxuyaniyek xwend.

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ku çek rakiribûn, tevlî li çalakiyê bûn.

Dîya Mihemed destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi armanca têkbirina îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, yê ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk re li dijî çeteyên DAIŞ`ê serkeftin bi dest xistin.

Mihemed ragihand di çarçoveya mafê parastina rewa de û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava ew amade ne li kêleka Hêzên Sûriya Demorkatîk li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker şer bikin.

Bang li ciwanan jî hat kirin ku berpirsiyariyên parastina herêmê hildin ser milê xwe.

(cx)

ANHA