Banê xaniyekî axî hilweşiya: zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li bajarokê Mensûra yê rojhilatê Tebqayê ji ber barana zêde banê xaniyekî axî bi ser zarokekî de hilweşiya û zarok jiyana xwe ji dest da.

Banê xaniyekî axî hilweşiya: zarokekî jiyana xwe ji dest da
30 mijdar, 2022   13:40
 TEBQA

Ji duh de li herêmê baraneke dijwar dibare. 

Li taxa Amiriyê ya bajarokê Mensûra yê rojhilatê Tebqayê ji ber baranê banê xaniyekî axî hilweşiya. Zarokê bi navê Ehmed El Ewad (11) ku ban bi ser wî de hilweşiya, jiyana xwe ji dest da.

(cx)

ANHA