Ciwanên Dirbêsiyê li dijî êrişan bertek nîşan da

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navçeya Dirbêsiyê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê ji bo têkbirina êrişan berxwedanê bilind bikin.

Ciwanên Dirbêsiyê li dijî êrişan bertek nîşan da
30 mijdar, 2022   13:28
 HESEKÊ

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û endamê saziyên sivîl ên ku xwepêşandan kir, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan û alên tevgerê rakirin.

Xwepêşandanê ji pêşiya navenda tevgerê dest pê kir û dirûşmeyên “Na ji dagirkeriya Tirk re” hatin berzkirin.

Xwepêşandêr li Çarxerêya Gardînya rawestiyan. Li wir endama tevgerê Êlîza Hiso axivî û diyar kir ku armanca êrişên dagirkeriya Tirk ên li seranserê Kurdistanê bi armanca tunekirina tevgera rizgariyê ya Kurdistanê ne.

Êlîza daxuyand ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan wê li hember van êrişan berxwedanê bilind bikin û di nava çalakiyan de bin.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên wekî “Bê serok jiyan nabe” û “Na ji êrişên Tirkiyê re” bi dawî bû.

(cx)

ANHA