Di teqîneke li Efganistanê de 16 kes hatin kuştin

Li dibistaneke olî ya Efganistanê teqînek pêk hat. Hat ragihandin ku di teqînê de herî kêm 16 kes hatine kuştin.

Di teqîneke li Efganistanê de 16 kes hatin kuştin
30 mijdar, 2022   12:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li dibistana perwerdeya Quranê ya bajarê Êbek ê bakurê Efganistanê teqîn pêk hat. Di enamê de herî kêm 16 kes hatin kuştin, 24 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên ji nexweşxaneyeke bajarê Êbek ê wîlayeta Samancan gotin ku hemû qurbanî sivîl in.

Heta niha tu aliyekî êriş negirtiye ser xwe.

(cx)