​​​​​​​Helwestên li hember êrişên dewleta Tirk

Li paytextên herêmê û rojavayî bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên wê yên ku êrişeke bejahî bike, zêde dibin.

​​​​​​​Helwestên li hember êrişên dewleta Tirk
30 mijdar, 2022   09:38
 NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê hişyarî da ku dê encamên êrişên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyê ne baş bin. Hikumeta Şamê jî bang li Konseya Ewlehiyê ya NY`yê kir ku rejîma Tirk neçar bike ku hebûna xwe ya leşkerî ya nerewa li Sûriyê bi dawî bike. Her wiha Çînê jî metirsiya xwe li hember kiryarên dijminane yên ku dewleta Tirk û Îsraîl li Sûriyê dikin, anî ziman. Geir Pedersen jî got komên terorîst dê sûdê ji bêîstiqrariya li herêmê wergirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlyt Çavuşoglu re got; “Pêkanîna operasyonên leşkerî yên bejahî, pirsgirêkan çareser nake. Lê belê zirarê dide û rewşê aloztir dike.”

HIKUMETA ŞAMÊ: REJÎMA ERDOGAN LI HINCETAN DIGERE

Cîgirê nûnerê hikumeta Şamê yê NY`yê El Hekem Dendî jî got: “Hêzên rejîma Tirk û çeteyên wê yên terorîst beriya hefteyekê êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir. Di encamê de gelek sivîl û leşker bûn qurbanî û zirarên mezin gihandin navendên xizmetguzariyê û binesaziya wan herêman. Ew bi van êrişan, qanûnên navneteweyî û mîsaqên NY`yê binpê dike. Em van êrişan bi tundî şermezar dikin. Ev êriş destnîşan dikin ku dewleta Tirk tenê li hincetan digere da ku êrişên xwe rewa bike. Lê ev hincet êdî eşkere bûne û êdî kes pê nayê xapandin, nexasim ku heta niha desteka rêxistinên terorîst DAIŞ û Cebhet El Nusra dike.”

Dendî bang li Konseya Ewlehiyê kir ku hebûna leşkerî ya nerewa ya dewleta Tirk li axa Sûriyê bi dawî bike.

Dendî bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê mîna qutkirina ava stasyona Elok ji ser miliyonek sivîlan li Hesekê û derdora wê, qutkirina ava çemê Firatê ku di encamê de gelek nexweşiyên xeter derdikevin û dibe sedema belavbûna kolerayê.

ÇÎN: DIVÊ DEMILDEST ÊRIŞ RAWESTIN

Çînê jî metirsiyên xwe ji kiryarên dijminane yên Tirkiyê û Îsraîlê anî ziman ku li Sûriyê pêk tînin. Her wiha bang kir ku demlidest êriş rawestin.

NY: BÛYER GELEKÎ METIRSÎDAR IN

Şandeyê taybet ên NY`yê bo Sûriyê Geir Pederson got geşedanên ku dihêlin tundî li Sûriyê gûrtir bibin, hîna berdewam in, ev jî mijareke xeternak e û metirsiyan çêdike.

Pederson got: “Rêbaza heyî ya bûyeran, gelek metirsîdar e. Ger berdewam bikin, wê xeteriyên rastîn bi xwe re bînin. Ev senaryo dê bi awayekî neyekser bandor li hemû eniyan bike. Dibe cemidandina stratejîk a ku bi xwe re aramiyek ji derdora 3 salan ve aniye, bi dawî bibe. Ev gûrkirin dê zirarên mezin bi xwe re bîne û ne tenê bandor li sûriyan bike lê belê dê îstiqrara herêmî bixe xetereyê. Dê komên terorsît ku bi temamî tune nebûne, yekser vê rewşê bi kar bînin.”

Pederson bang li hemû aliyan kir ku pêwîste operasyonên leşkerê paşde vekişin û ji vê zêdetirî girîngî bidin xebatên siyasî û pêkanîna biryara Konseya Ewlehiyê ya bi hejmar 2254.

(şx)