Kongra Star bang li CPT`yê kir-HATE NÛKIRIN

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li CPT`yê kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan erkên xwe pêk bîne.

Kongra Star bang li CPT`yê kir-HATE NÛKIRIN
30 mijdar, 2022   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya CPT`yê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tecrîdek girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan heye û hemû mafên mirovî, qanûnî, siyasî yên navneteweyî hatine binpêkirin.

Hat destnîşankirin ku ev demeke dirêj e agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên girtin, destûra parêzer û malbatan ji bo hevdîtinê nayê dayîn, saziyên navneteweyî yên eleqedar jî li hember vê rewşê bêdeng in.

Di berdewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku CPT yek ji wan saziyan e ku rewşa Îmraliyê bişopîne, lê heta niha bêdeng e û diyar e ku ketiye bin bandora hêzên serwer.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li CPT`yê hat kirin ku li gorî erk û berpirsiyariyên xwe tevbigere, rewşa Rêber Ocalan zelal bike û ji bo bidawîkirina tecrîdê û hesabpirsîna ji sûcdaran kar bike.